Di 2ê Tebaxa 1990î de Kuwêt ji aliyê artêşa Îraqê ve hat dagîrkirin, ev dagîrkarî, artêşa hevalbendan anî ser xetê û di 17ê Çileya Paşîn a 1991ê de, artêşa Îraqê ji aliyê artêşa hevalbendan ve ji Kuwêtê hat derxistin û bi awayekî xirab hat têkbirin, ev şikestina artêşa Îraqê zemîneke guncaw ji bo hêzên (muariz) ên dijber ên Îraqê anî holê, ji bo ku çalakiyên xwe berfireh bikin. Di wê heyamê de serkirdatiya Bereya Kurdistanî ligel aliyên din ên Îraqî ketin nava liv û tevgera siyasî û leşkerî li navxweya Îraqê.
Di vê serdemê de serkirdatiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, çend civînên berfireh encam dan, ji wan civîna destpêka meha Sibata 1991ê ku bi amadebûna endamên Komîteya Navendî ya kevn û nû, ku nêzîkî pêncî endam dibûn hat encamdan, di wê civînê de biryar hat dayîn amadehiya vegerê bo nava axa Kurdistanê û piştre raperîna sertaserî bê encamdan, di wê civînê de erk bi fermandariya serok Mesûd Barzanî hatin dabeşkirin û hêz jî li ser sê qolan hatin dabeşkirin ku pêk dihatin ji qola Hewlêrê, qola Dihok û Mûsilê û qola Silêmanî û Kerkûkê, piştî temamiya amadekariyan di 5ê Adara 1991ê de raperîna Başûrê Kurdistanê dest pê kir û heta 21ê Adarê temamiya navçeyên Kurdistanê ji destê rêjîmê hatin azadkirin.
Piştî raperîna Başûrê Kurdistanê di sala 1991ê de li dijî rêjîma Îraqê û koçberiya xelkê Başûrê Kurdistanê û damezrandina Encûmena Nîştimanî ya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civîna meha Adarê ya Komîteya Navendî de biryar li ser lidarxistina Kongreya Yanzdehêm a Partiyê hat dayîn, ji bo vê mebestê lijneyeke amadekarî hat pêkanîn ku pêk dihatin ji Mihemed Mela Qadir, Ferensû Herîrî, Remzî Şeban, Xurşîd Şêre، Nejmedîn Yûsifî, Şêxela Îbrahîm, Barzan Mela Xalid, Kemal Hesen, Necat Hesen, Hebîb Keleş û Îca Seîd, heta meha Hezîrana sala 1993yê piraniya amadekariyên kongreyê bi dawî bûn û endam bi hilbijartinê bo kongreyê serketin û sê partiyan jî biryar dan ligel Partiya Dêmokrata Kurdistanê bibin yek ku pêk dihatin ji Partiya Yekgirtina Kurdistanê (Hizbî Yekgirtinî Kurdistan - PASOK - Partiya Gel) Yekîtiya Dêmokrata Kurdistanê û Tevgera Kurdên Feylî yên Misilman. Bi rêkeftina sê partiyên kurdî ligel Partiya Dêmokrata Kurdistanê, navnîşana (Yekgirtû) ji bo cara duyem bi hinek guhertinan ve hat ser navê partiyê û bo Partiya Dêmokrata Kurdistanê – Yekgirtû hat guhertin.
Lidarxistina kongreyêDi rojên 16 heta 26ê Tebaxa 1993yê de, bi amadebûna 2167 nûneran, Kongreya Yanzdehêm li Hola Zer, li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, ji bo cara yekem jî hejmareke berçav a jinan di vê kongreyê de beşdar bûn, ku 124 nûner bûn, nûçeyên vê kongreyê rojane ji aliyê ragihandinan ve dihatin belavkirin.
Kongre, bi dirûşma (Aştî, Azadî û Dêmokrasî) hat lidarxistin, ji aliyê serok Mesûd Barzanî rapora siyasî hat xwendin, herwiha guhertineke berfireh di bername û rêziknameyê de hat kirin ji bo ku ligel barûdoxê nû de bigunce, kongreyê hejmarek biryar jî dan ku girîngtirîn wan biryardana li ser anîna rûfatên pîroz ên Barzanî nemir û Îdrîs Barzanî bû ji bo ku li Barzan bên veşartin, herwiha biryar hat dayîn zemîne ji bo vegera herî zêde ya awareyan ji Îranê bê dayîn.
Kongreya Yanzdehêm, dan bi fîdraliyeta Herêma Kurdistanê de anî û piştgiriya Kongreya Nîştimanî ya Îraqî ya Yekgirtû kir, ku niyeta rûxandina rêjîma Sedam Huseyn hebû, li ser asta ragihandinên derve jî rojnamevan xatûn Amîne Sûla û rojnamevan xatûn Fatîme Ezez ji Komara Tûnisê ve wek mêvan bo kongreyê hatibûn vexwendin, beşek ji mêvanên kongreyê pêk dihatin ji Corc Bîkard endamê Kongrêsa Amerîkayê, Deyvîd Fîlîp serokê Komeleya Mafên Mirovan a Amerîkayê, Lîwa Hesen Neqîb û Doktor Ehmed Çelebî serokê Kongreya Nîştimanî ya Îraqî - Yekgirtû, Tehsîn Me'le, Ednan Mihemed Nûrî, Ezîz Elîyan, Mihemed Ebdulcebar, Hanî Fûkeykî, Mihemed Mihemed Elî, Adil Ebdulmehdî Encûmena Bilind a Şoreşa Îslamî li Îraqê, Mûnzîz Lûîs sekreterê Partiya Sosyalîst a Îraqî.
Peykerê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, bi piştrastbûn bi rêziknameya navxweyî ya Kongreya Yanzdehêm, pêk dihat ji şane, şaneya sereke, lijneya rêxistin, lijneya navçe, lijneya liq, Komîteya Navendî, Mekteba Siyasî, cîgirê serok û serok, herwiha desteya navendî ya pişkinîn û çavdêriyê rasterast ji aliyê kongreyê ve dihatin hilbijartin, ev jî cara dawî ye ku desteya navendî ya pişkinîn û çavdêriyê rasterast ji aliyê nûnerên kongreyê ve tên hilbijartin û sifatê endamê serkirdatiyê pê tê bexşîn, ji ber ku bawerî ji kongreyê wergirtibûn.
Damûdezgehên partiyê di sala 1993yê de, li Mekteba Navendî ya Rêkxistinê, Mekteba Navendî ya Rewşenbîrî û Ragihandinê, Mekteba Navendî ya Eskerî, Mekteba Navendî ya Birêvebirinê, Mekteba Navendî ya Darayî, Mekteba Navendî ya Rêxistinên Cemawerî û Pîşeyî, Mekteba Navendî ya Peywendiyên Nîştimanî, Mekteba Navendî ya Peywendiyên Derve û Mekteba Navendî ya Dîrasat û Lêkolînan.
Endamên Komîteya Navendî ya Kongreya Yanzdehêm:
- Nêçîrvan Barzanî
- Samî Ebdulrehman
- Cewher Namîq Salm
- Hoşyar Zêbarî
- Fazil Mîranî
- Yûnis Rojbeyanî
- Ferensû Herîrî
- Roj Nûrî Şawês
- Qadir Qadir
- Mamosta Se'd Ebdullah
- Îzedîn Berwarî
- Hemeyê Hacî Mehmûd
- Kemal Kerkukî
- Doktor Cercîs Hesen
- Kemal Kerkukî
- Elî Şingalî
- Qadir Cebarî
- Mûlazim Şiwan
- Seyîd Kake
- Umer Botanî
- Azad Berwarî
- Celîl Feylî
- Şewket Şêx Yezdîn
- Umer Osman Mêrgesorî
- Selahadîn Îbrahîm Qadir, Selah Delo
- Brûsk Nûrî Şawês
- Remzî Şeban
- Mûlazim Kerîm
- Derwêş Axa
- Ze'îm Elî
- Ebdullezîz Teyib
- Nîzamedîn Gilî
- Arif Teyfûr
- Mesûd Saleyî
- Mihemed Mela Qadir
- Ebdullah Agirîn
- Şîrîn Amêdî
Endamên yedek ên komîteya navendî:
- Mehmûd Mihemed
- Zêrevan Nêrweyî
- Mamosta Emîn Qadir
- Doktor Nasih Xefûr
- Ekber Heyder
- Azad Qeredaxî
- Barzan Mela Xalid
- Kemal Hesen Çawmar
- Nûrî Heme Elî
Di nav kongreyê de endamên desteya navendî ya pişkinîn û çavdêriyê bi dengê rasterast ê nûneran hatin hilbijartin, ku ew bûn: Felekedîn Kakeyî، Hebîb Mihemed Kerîm، Reşîd Sindî، Ismaîl Mela Ezîz, Elî Caf, doktor Mihemed Salih Cum'e, Mihemed Me'rûf, Mihemed Qazî û Elî Qasim Şingalî .
Ji aliyê endamên kongreyê ve, bi yekdengî ji bo cara sêyem, serok Mesûd Barzanî wek serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtin û Elî Ebdullah wek cîgirê serok hatin hilbijartin, piştre di civîna komîteya navendî de, ji 29 heta 31ê tebaxa 1993an, desteya nû ya mekteba siyasî hat hilbijartin, ku ew bûn: Nêçîrvan Barzanî، Cewher Namîq Salih، Samî Ebdulrehman، Hoşyar Zêbarî، Fazil Mîranî , doktor Roj Nûrî Şawês, doktor Cercîs Hesen, Azad Berwarî, Ze'îm Elî, Heme Hacî Mehmûd û Mulazim Kerîm.
Di vê kongreyê de ji bo cara duyem di dîroka partiyê de, medalyaya Barzanî yê nemir ji aliyê serok Mesûd Barzanî hate bexşîn bi neh ji serkirde, fermande û hevalên Barzanî.
Çavkanî:- Mêjûya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Kongre û Konferans (Program û peyrewê navxweyî), Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, berga duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Roksana- 2021).
- Mihemed Mela Qadir, Xebatname, Kurte mêjûya Partî û Barzanî yê nemir, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Aras- 2012).
- Ali Sinjari, Ha qad 'udna ila al-hizb al-umm, Jaridat al-Shu'la, lisan hal lil-ittihad al-dimuqrati al-kurdistani - al-Iraq, al-'adad 29, awa'il tammuz 1993m.
- Habib Muhammad Karim, Tarikh al-hizb al-dimuqrati al-kurdistani - al-Iraq (fi mahattat ra'isiya) 1946 - 1993, (Duhok - matba'at Xebat - 1998m).
- Al-Ittihad al-dimuqrati al-kurdistani ya'qid konfransa tawhidiyan haman wa yuqarrir hall nafsihi wal-'awda ila al-hizb al-dimuqrati al-kurdistani, Jaridat al-Shu'la, lisan hal lil-ittihad al-dimuqrati al-kurdistani - al-Iraq, al-'adad 29, awa'il tammuz 1993m.
- Bayan al-wahda bayna al-hizb al-dimuqrati al-kurdistani wa hizb al-wahda al-kurdistani, Jaridat Xebat, lisan hal al-hizb al-dimuqrati al-kurdistani, al-'adad 685, al-arbi'a', 28 tammuz 1993m.
- Şe'ban Elî Şe'ban, Hendêk zanîyarîy sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
- Salah Badraddin, Al-haraka al-wataniya al-kurdiya al-suriya, al-juz' al-thani, (Arbil - Rabitat Kawa lil-thaqafa al-kurdiya - matba'at Rojhilat - 2018m).
- Al-hizb al-dimuqrati al-kurdistani ya'qid mu'tamara al-hadi 'ashar, Jaridat al-Mu'tamar, al-maktab al-i'lami lil-mu'tamar al-watani al-iraqi al-muwahhad, al-'adad 15, 19 ab 1993m.
- Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, Program û peyrewê navxweyî yê Kongreya Yanzdehêm, (bê cih - bê sal).
- Kongre, derencamên hilbijartina komîteya navendî ya partiya me radigihîne, rojnameya Brayetî, organa Partiya Dêmokrata Kurdistanê - Yekgirtû, hejmar 1729, Hewlêr, înî, 27ê tebaxa 1993z.
- Program û peyrewê navxweyî yê Partiya Dêmokrata Kurdistanê di Kongreya Yanzdehêmîn a Partiyê de ku di 16-26/tebax/1993an de hat girêdan biryar li ser hatiye dayîn, (Çapxaneya Xebat – Duhok).




