
Salih Palanî
Salih Umer Hacî (1915-1993), naskirî bi Salih Palanî, Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, beşdarî Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) bûye û yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) û Şoreşa Gulanê (1976-1991) bûye.









