Cemal Hamid Esed, nasrav bi (Cemal Bextiyar), sala 1925an li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye, heta qonaxa navendî li bajarê Silêmaniyê xwendiye.

Sala 1942an peywendî bi rêza Komeleya Hîwa kiriye, ji ber karê di nav Komeleya Hîwa de dev ji xwendinê berdaye, sala 1943an di îdareya gumrika Qeladizê de wek fermanber hatiye damezrandin, sala 1944an bi sedema zextên hikûmeta Îraqê dev ji karê xwe berdaye û vegeriyaye bajarê Silêmaniyê, ji bo debara jiyana xwe karê nîgarkêşiyê kiriye, sala 1946an peywendî bi rêzên Komara Demokratî ya Kurdistanê li Mehabadê kiriye û di 20ê hezîranê de ligel Mela Mistefa Barzanî çûye dîtina pêşewa Qazî Mihemed. Di yekem dîtina xwe ya ligel pêşewa Qazî de sozê dide wî ku wî bişîne Bakûyê daku bixwîne. Her di wê dîtinê de nasnavê Bextiyar dide wî. Piştî rûxana Komara Kurdistanê, vedigere başûrê Kurdistanê û li gundê Lolane ji aliyê caş û serbazên Artêşa Iraqê ve tê girtin û wî vediguhêzin bo qişleya Bapştîyan li nahyeya Diyana, paşê tê veguhastin bo girtîgeha bajarê Kerkûkê, sala 1949an wek destbiser dişînin bajarê Hewlêrê. Heta sala 1952an li bajarê Hewlêrê dimîne û mijûlî karê wênegiriyê bûye.

Sala 1952an vedigere bajarê Silêmaniyê, stûdyoyeke bazirganî ya hunerî dadimezirîne bo karûbarên hunerî, sala 1956an ligel çend rewşenbîrên bajarê Silêmaniyê Komeleya Hunerên Ciwanên Kurd dadimezirînin û sala 1957an Cemal Bextiyar dibe endamê desteya birêveberiya wê komeleyê. 

Di 16ê çiriya pêşîn a 1958an de piştî vegera Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê li bajarê Silêmaniyê çûye dîtina Mela Mistefa Barzanî. Sala 1961ê piştî hilgirsiya Şoreşa Îlonê, dest bi xebata nihênî kiriye, dest bi nexşandina posterên siyasî û nivîsandina ser manşêtên belavokan kiriye, sala 1964an dema ku Îbrahîm Ehmed ji Partî cûda bû, Cemal Bextiyar alîgiriya serok Barzanî kir.

Sala 1957an endamê desteya birêveberiya Komeleya Hunerên Ciwanên Silêmaniyê bûye, nîgarkêşekî realîst û xweşnivîsekî bi şiyan bûye. Ji destpêka sala 1940î ve dest bi wênekêşiyê kiriye, bi xwe dibêje ez ji temenê 7-8 saliyê ve xuliqê nîgarkêşiyê bûm, di destpêka rêkeftinnameya 11ê adara 1970yî de li birêveberiya perwerdeya Silêmaniyê wek fermanber hatiye damezrandin, tevî erka fermanberiyê li ser daxwaza Firensû Herîrî û Şêx Mihemed Hersîn çend caran çûye mekteba siyasî li Gelale û Nawpirdanê bo encamdana karên xwe yên hunerî. Sala 1974an piştî destpêkirina şer ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li dijî şoreşê bi temamî çûye Nawpirdanê û li wir maye, piştî bordûmankirina bajarê Qeladizê ji aliyê firokeyên Artêşa Iraqê ve tabloyeke wê tawana nexşandiye, ew karê wî gوزarشت bû ji jenosîda xelkê sivîl, li ser raspardeya Îdrîs Barzanî 15 hezar dane jê hatine kopîkirin û li ser navendên siyasî û rewşenbîrên Îran û cîhanê hatine dabeşkirin. 

Sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Îlonê awareyî welatê Îranê bûye û li bajarê Kaşanê yê parêzgeha Esfehanê niştecî bûye, her li wî bajarî demekê wek mamoste hatiye damezrandin, di 17ê hezîrana 1976an de Îranê cîh dihêle û ber bi Amerîkayê ve koç dike û li bajarê Bîsmarkê yê wîlayeta Dakotaya Jorîn niştecî dibe. Wek nexşekêş li şaredariya wî bajarî hatiye damezrandin. Ew dema ku li Amerîkayê bûye bi hevkariya lqa heftê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê salane çend pêşangeh bo karên wî hatine vekirin. Sala 1979an li ser daxwaza Arser Lînk parêzgarê Dakotaya Jorîn, wêneyê portreya parêzgarê kişandiye, ku niha jî li avahiya parêzgeha wîlayetê hatiye daliqandin. 

Sala 1980yî çûye bajarê Naşvîlê, li wir li ser raspardeya Îdrîs Barzanî û serok Mesûd Barzanî û bi hevkariya çend hunermendên Kurd Komeleya Hunerên Ciwanên Kurdistanê damezrandiye. Li wir serokê Komeleya Hunerên Ciwanên Kurd bûye û bi dirêjahiya wê demê di çalakiyê de neketiye, wêneyên wî zêdetir dîmenên siruşt û jiyana kurdewarî bi şêweyekî sakar û fotografî wêne kiriye. 

Di wê dema ku li Amerîkayê bûye du caran çûye Koşka Spî, sala 1994an tabloyeke bo Bîl Klîntonê serokê Amerîkayê çêkiriye û bi rêya lqa 7ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê pêşkêşî Koşka Spî kiriye, sala 1996an bi sedema komeleya xwe karî bernameyeke televîzyonî bi zimanê Kurdî li kompaniya Taksê li Kalîforniyayê werbigire û rojên şemiyê dema nîv saetê pêşkêş kiriye. Sala 2003yan tabloyeke pêşkêşî Corc Bûşê serokê Amerîkayê kiriye.

Cemal Bextiyar zêdetir ji 1000 tabloyen rûnî nexşandiye û çendîn berhemên hêlkarî jî hene, berhemên wî li Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê hatine parastin. Zorbeya berhemên wî yên hunerî beriya sala 1976an ji nav çûne, tenê çend daneyên wan kopî mane, yekemîn hunermendê Kurd e ku tabloyen wî wek poster hatine çapkirin û bûye mêvanê zorbeya malên welatiyên Kurd.

Di 13ê çiriya pêşîn a 1999an de di Kongreya 12an a Partiya Demokrat a Kurdistanê de, bi sedema xizmetên wî bo hunera Kurdî û naskirina Kurd bi gelên Amerîkayê bi rêya çalakiyên hunerî û çandî, ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.

Van tabloyen jêrîn wek şaheserên berhemên wî tên danîn:

1- Tabloya pêşewa Qazî Mihemed û Selahaddînê Eyûbî, Mehabad 1946.

2- Tabloya keçeke Kurd a Silêmaniyê, Silêmanî 1954.

3- Tabloya semaya Şehrezad, Silêmanî 1955.

4- Tabloya raperîna Silêmaniyê, Silêmanî 1956.

5- Tabloya keçika Hewramanê ya Silêmaniyê, Silêmanî 1958.

6- Tabloya Kurd û Şoreşa Ebdulkerîm Qasim sala 1958an, ev tabloya hatiye dayîn bo Koşka Serokkomariya Îraqê li Bexdayê.

7- Tabloya Rizgarê Bexdayê 1959.

8- Tabloya Mem û Zîn sala 1963yan.

9- Tabloya Nazdariya Caf, Silêmanî 1967, ev tabloya bi piştevaniya Îdrîs Barzanî bi şêweyekî nû hatiye çapkirin û li mala beşek ji Kurdan heye.

10- Tabloya keçika Şeqlaweyê, sala 1968an.

11- Tabloya ciwaniya gundewar sala 1968an.

12- Tabloya jenosîda Ermeniyan sala 1969an.

13- Tabloya Şehîd Ezîz Etruşî sala 1972yan, ev tabloya bi pêşniyara Şêx Mihemed Hersîn bo serok Mistefa Barzanî hatiye çêkirin, lê di dema bordûmana Barzan de ji nav çûye, li ser daxwaza serok Mesûd Barzanî bo cara duyem ev tabloya hatiye kişandin û niha li cem serok Mesûd Barzanî hatiye hilanîn.

14- Tabloya Şîrîn teşî dirêse sala 1972yan.

15- Tabloya karesata bombabarana bajarê Qeladizê, Nawpirdan sala 1974an.

16- Tabloya penaberiya Kaşanê, sala 1975an.

17- Tabloya Hezar û yek şev Bîsmark sala 1979an.

18- Portreya Arser Lîng Bîsmark sala 1979an.

19- Tabloya Şoreşa Gulanê Naşvîl sala 1984an.

20- Tabloya rêçika Barzani yê nemir û hevalên wî bo Yekîtiya Sovyetê di 1947an de, bajarê San Diego li wîlayeta Kalîforniyayê sala 1999an, ev tablo pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî hatiye kirin.

21- Tabloya Clinton û parastina aştiyê û demokrasiyê, San Diego sala 1994an.

22- Tabloya çaverêkirina bazê bi dilovanî yê San Diego, sala 2003an.

Çavkanî: 

1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistan.