Aris Xano Husên, sala 1912 li gundê Bêdarûn ser bi nahiyeya Gorêto li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bûye û xwediyê sê kuran bûye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber rû kiriye Îranê, li wî welatî niştecî bûye. Zimanê Kurdî û Farisî û Rûsî zanîbûye. Sala 1994 li bajarê Neqede yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kiriye.
XebatnameAris Xano Husên, sala 1943 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye, di 6ê çiriya paşîn a heman salê de beşdarî girtina bingeha polîsên Gorêto kiriye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin.
Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de rû dike Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di Hêzên Barzanî ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge û di şerên bereya Seqizê li Komara Demokratîk a Kurdistanê de beşdarî kiriye, sala 1947 piştî nesko ya Komara Demokratîk a Kurdistanê ligel Mehmûd Ehmed Babkeyî serkirdatiya bereya Elbe û Koyê kirine.
Aris Xano Husên, ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û Deşta Bazargirê bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî, di 22ê nîsana 1947an de bi fermana jenerêl Mistefa Barzanî ligel Mîrza Axa Reşîd serperiştiya bereya Zîdyan di stûyê xwe de girtiye. Piştî vegeriyana wan, jenerêl Mistefa Barzanî di 15ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de beşdarî rêçika ber bi Yekîtiya Sovyetê kiriye û berpirsê deste bûye û di şerên rêçikê de beşdar bûye, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewazî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerêl Mistefa Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana jenerêl Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî herdu madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ber lêbûrdina giştî ketine.
Di sala 1958an de Komara Iraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Grozya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Iraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961 piştî vegeriyana xwe ji Yekîtiya Sovyetê peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye, di gelek şeran de dijî leşkerkêşiya artêşa Iraqê beşdarî kiriye, sala 1962 erkê parastina pirê gundê Sîrînê ser bi qezaya Rewandiz ku dikeve ser rêya Çoman jê re hatiye spartin, ji ber ku ew pir ji bo Hêzên Pêşmerge girîngiyeke zêde hebûye.
Çavkanî:
1- Şeban Elî Şeban, Hendêk zanîyarî sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
2- Emer Farûqî, Serdar Dana Jîndegî û Mubarizat Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2002z).
3- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
4- Ebdulla Xefûr, Ferhengî Cografyay Hewlêr, (Hewlêr - Belawkrawekanî Ekadîmyay Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).
5- Qayîd Mîro Mîrozî, Şerî Gorêtuyê li 6ê çiriya paşîn a 1943an da, Govara Dengî Pêşmerge, Organî Mektebî Rêkxistinî Pêşmerge, hejmar 43, Pîrmam, Çapxaneya Rewşenbîrî, 31ê tîrmeha 2001.
6- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
7- Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, înî, 15ê nîsana 1959.
8- Le yaddaştî fermandey şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj legel Barzanî da çûnî Barzanîyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
9- Lês Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Iraq, (Bexda - Dar El-Reşîd lîl-Neşr - 1979m).
10- M. Ehmed Mihemed Çîço, Bo dîrokê di bîranînên Mihemed Çîço Pêndroyî de, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Şehab - 2010z).
11- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
12- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931 - 1958, bergê yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Nadyar - 2012z).
13- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1961 - 1975, bergê sêyem, beşê yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2004z).
14- Necef Qulî Pesyan, Le Mehabada xwênawîyewe heta lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî Zêrrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).
15- Arşîva Desteya Ensîklopîdiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





