Piştî ku hikûmeta Îraqê kete nav hewldanên paşvekişandin û xwe dûrxistin ji cîbicîkirina xal û bendên rêkeftinnameya 11ê adara 1974an, bi wê yekê ku di heyama çar salên gotûbêjan de karîbû bi cureyekê xwe ji aliyê leşkerî ve rêk bixe, wek xwe çekdarkirin û rêkxistina artêşê bi rêya wê peywendî û rêkeftina ku bi welatê Sovyetê re bingeh dabû bi navê rêkeftinnameya (dostanî û hevkariyê) îmze kiribûn, ji bo piştevanîkirina leşkerî ya Îraqê heta ku vê carê di heyameke kurt de dawî bi şoreşa kurd bîne. Herçi aliyê Yekîtiya Sovyetê bû, niyeta wê xistina nav kar a sermayegozariyê bû li Îraqê bi mebesta bihêzkirina pêgeha xwe li Rojhilata Navîn.

Bi sedema dorpêçkirina Hêzên Pêşmerge li ser serbazgeha Hamiya Rewandizê ya artêşa Îraqê berî ku şer dest pê bike, di destpêka meha çaran de tevahiya hêzên xwe paşve kişand bo serbazgeha Spîlikê, herwiha baregeha lîwayekê jî li gundê Balekiyan hebû li bakurê Geliyê Elî Beg, ew jî veguhastibû heman cihî.

Di 16ê nîsana 1974an de ji aliyê Mistefa Barzanî serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê û rêberê Şoreşa Eylûlê ferman hat kirin ku êrîş bê kirin ser serbazgeha Spîlikê li rojavayê bajarokê Xelîfan, bi mebesta şipirzekirina artêşa Îraqê û girtina wî cihê stratejîk, herçend Pêşmerge êrîş pêk anî lê bi ser neket ji ber bergiriyên bihêz û hejmara zêde ya leşkeran û çekên pêşketî yên artêşa Îraqê. Di îşaretek din de hatiye hikûmeta Îraqê êrîş kir ser navçeya zehmet a Spîlikê ku lîwayeke leşkerî ya Îraqî lê bû û Pêşmerge dorpêç kiribû, piştî şer û rûbirûbûneke zêde artêşa Îraqê karîn dorpêça Pêşmerge bişkînin û her du hêzên artêşa Îraqê biçin ba hev û xwe amade bikin ji bo êrîşeke mezin bo ser Rewandizê.  

Betalyonek ji Hêzên Pêşmerge li Serçiya hatibû bicihkirin bi fermandariya Mîrxan Mihemed Emîn, piştî ku zanyariyên pêşrewiyên artêşa Îraqê gihîşt serkirdatiya şoreşê li wî mihwerî, di dawiya meha nîsanê de ferman hat kirin bi betalyona 2 ya Zozik bi fermandariya melazim Yûnis Rojbeyanî erkê xwe veguhêze Serçiya, mil bi milê betalyona navborî ji bo ku xeta bergiriyê zêdetir tûnd û tol bikin li wî qolî. Ew hêza Pêşmerge ji Hawdiyanê ve bi Dola Xelan-Biyawê ve dixwestin bigihîjin cihê diyarkirî, erkê wan pêk dihat ji bergirîkirin li rêya sereke ya Spîlik-Xelîfan ji ber ku artêşa Îraqê ji wir ve dixwest pêşrewî bike bo navçeyên şoreşê li Rewandiz û Diyana û Balekayetî.

Diyar e serê sibehê wî roji berî gihîştina betalyona 2 li rêya Spîlik-Xelîfan artêşa Îraqê dest bi pêşrewiyê kiribû, leqek ji hêza wan ku berê lê hatibû bicihkirin rûbirûyî wan bûn, di bergiriyeke bihêz de piştî şehîdbûna pênc Pêşmergeyan û birîndarbûna hejmareke din karîbûn ziyaneke zêde bi artêşa Îraqê bigihînin û paşvekişandinê bi wan bikin.

Di wê şevê de ku betalyona Yûnis Rojbeyanî gihîşt cihê xwe gelek westiyayî dibin ji ber birîna rêyeke dûr, pirsa rewşê dikin eger nûçeya tevgera artêşa Îraqê hebe pêwîst e derkevin ser Serçiya lê di bersivê de Pêşmergeyên ku berê li wî mihwerî bicih bûbûn ji wan re dibêjin zanyariyên me di vî warî de nînin, ji bo sibehê wan dît artêşa Îraqê dest danîbû ser Serçiya, ew leqa Pêşmergeyên ku bergiriya rêya Spîlik-Xelîfan dikirin ferman hat kirin ku biçin Paneserê li dawiya zincîra çiyayê Serçiya ku li ser Xelîfanê dinêre, piştî ku artêşa Îraqê dest danî ser Serçiya brûsk ji Mekteba Eskerî ve gihîşt ji bo encamdana êrîşa berevajî û Serçiya ji artêşa Îraqê bistînin, Hêzên Pêşmerge dest bi amadekariya êrîşa Serçiya kir, hemû ew Pêşmergeyên ku ji Xelan-Biyawê ve li rê bûn bo Paneserê ku ji wî cihî ve êrîşa Serçiya bikin, bi dirêjahiya rojê ji aliyê firokeyên Îraqê ve dibûn armanc ku li asmanê navçeyê de dizivirîn.

Gava Hêzên Pêşmerge gihîştin Paneserê û mijûlî amadekariya êrîşa Serçiya bûn, ji nişka ve hêzeke artêşa Îraqê êrîşî sengerên Pêşmerge kir, lê Pêşmerge gelek bi tûndî rûbirûyî wan bûn û tevahiya leşkerên wan ji nav birin, tenê 3 heta 4 leşker bi birîndarî ketin destê Pêşmerge. Ji aliyê Pêşmerge ve jî şehîd û birîndar hebûn, paşê Pêşmerge dest bi encamdana êrîşa berevajî û cîbicîkirina fermana serû kirin, lê girifteke hat ber wan ew jî dizîkirina zanyariyan bû di nav Hêzên Pêşmerge de bo artêşa Îraqê bi sedema napaqî û xiyanetkariyê ji aliyê yek ji berpirsên Pêşmerge ve, artêşa Îraqê demjimêra sifir a êrîşê bi dest xistibû, lewma êrîşa Pêşmerge têk çû.

Piştî têkçûna Pêşmerge ji aliyê fermandeyên wî mihwerê şer ve daxwaz ji serkirdatiya şoreşê tê kirin ku serbazgeha Spîlikê topbaran bê kirin, ji ber ku leşkerên zêde tê de hene û di amadekariyê de ne ji bo êrîş û pêşrewîkirinê, serkirdatiya şoreşê vê wek çalakiyeke girîng dibîne û rasterast fermandeyê topxaneya şoreşê Halî Dolemerî raspart ku serbazgeha Spîlikê topbaran bikin. Di heyama şevekê de du topan digihînin Xelan û Biyawê, li çiyayê Bradostê jî fermandeyê topxaneyê û fermandeyê betalyona 2 ya Zozik resedê topbaranê dikirin, bi hilatina rojê re ferman hat kirin bi topxaneyê ku dest bi kar bibe, piştî topbaranekê tûnd ziyaneke gelek mezin bi serbazgehê gihîşt di encama teqîna cebilxane û cihê sotemeniyê li nav serbazgehê.

 

Çavkanî:

1. Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê, bingehdanîn û hilweşandin, 1961-1975, çapa çarem, 2021.

2. Kurd û Kurdistan di belgeyên nehênî yên Amerîkayê de, amadekirina Lokman Miho, wergerandina ji îngilîzî ve Worya Rehmanî, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr, 2009.  

3. Senger Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên leşkerî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, Hewlêr, 2022.

4. Dîdarek li gel Qadir Hesen Sîtkanî Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê 31/12/2022.

5. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza kurd, bergê sêyem, beşê duyem, çapa yekem, Hewlêr 2004.