Jînenîgarî

Sala 1921ê li gundê Mûka yê ser bi nahiya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê li beşa çandinî ya peymangeha çandiniyê xwendiye, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevseriyê li gel Eîşa Îbrahîm Seîdhemed pêk aniye û xwediyê kurek û keçekê bûne bi navên Sebrî ku di sala 1952ê û Gulnar ku di sala 1954ê de ji dayik bûne. Piştî vegera xwe ji Yekîtiya Sovyetê, Xemo Şemdin di sala 1959ê de wek fermanber li fermangeha çandiniyê ya Hewlêrê hatiye damezrandin, sala 1975ê piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê her li gundê Mûka maye, sala 1978ê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bo komelgeha Quştepe hatiye raguhastin û di heman salê de wek fermanber li fermangeha çandiniyê ya Quştepe hatiye damezrandin, her du zimanên Kurdî û Rûsî zanîbûne.

Xebatname

Sala 1943ê peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945ê de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqî dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin. Di 11ê çiriya pêşîn a 1945ê de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946ê de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê bûye Pêşmerge, di 29ê nîsana 1946ê de beşdarî şerê Qerawa yê li navçeya Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê bûye.

 Piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê di dîroka 19ê adara 1947ê de beşdarî şerê Neqede û Şino bûye, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947ê de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jêneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947ê de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947ê de hevaltiya jêneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Mako de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947ê de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947ê de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê çiriya pêşîn a 1947ê de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948ê de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk a nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949ê de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jêneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958ê li Îraqê û vegera jêneral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959ê û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959ê de, ew û hevalên wî ketine ber lêbûrdana giştî.

Di sala 1958ê de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959ê de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

 Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye, di şerên Ketîne, Xustê, Rêkaniyan, Nabewariyan, Pirs, Becîl, Gerûyê Umeraxa, Geliyê Bêxme û Zozik beşdar bûye û di şerê  Pirs  bi sivikî birîndar bûye. Di dîroka 31ê tîrmeha 1983ê de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqî li komelgeha Quştepe li gel kurê xwe bi navê Sebrî Xemo (1952-1983) şûnbizir hatiye kirin.

Serçave:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hemîd Gerdî, Puxteya Mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
  3. Heyder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016m).
  4. Rêkarî Mizûrî, Jinen Rôs û raguhastin û Enfal û komkujî, çapa yekem, (Hewlêr – Çapxaneya Minare - 2010z).
  5. Rêkarê Mizûrî, Serborên trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013z).
  6. Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat – 2013z).
  7. Umer Farûqî, Serdarê Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
  8. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).
  9. Umer Hemze Salih, Jînosayd û tawanên rejîma Beis dijî Barzaniyan 1975-1991 li gorî şahidhal û belgeyan, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2017z).
  10. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanî ji Mehabadê heta Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  11. Di bîranînên fermandarê şehîd Heso Mîrxan Cajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Roşenbîrî - 1997z).
  12. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958ê li Îraqê, (Bexda - Darerşîd lilneşr - 1979m).
  13. Mihemed Salih Pêndroyî (Cegersoz), Jiyana çandî û civakî ya devera Mizûrî Bala, (Hewlêr – Çapxaneya Rojhilat - 2020z).
  14. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  15. Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlya Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996).