Xalid Mehmûd Şêxo Silêman, sala 1963an li gundê Şêxan, nahyeya Meznê, qezaya Mêrgesor, parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê (1961-1975) awareyê Îranê bûye û li kampa Zêwe rûniştiye, zewicî ye. Sala 1991ê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û beşdarî raperînê bûye.
Sala 1978an peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û li gel Hemîd Efendî bûye Pêşmerge. Li gel mefrezeya Hemîd Xelanî vegeriyaye devera Xelan, Lêlok, Mêrgesor û Sîdekanê û beşdarî di şeran de kiriye. Sala 1979an di şerê Kanîyerêşê de birîndar bûye.
Sala 1980an, destpêka hilgirsiya şerê Îraq-Îranê, li gel doktor Seîd Ehmed û Heso Kanîyêlençî çûye navçeya hêza Barzan li Heyat û Deşta Berazgir û paşê li gel Îdrîs Barzanî û Şêx Mihemed Xalid li navçeya Ketîne cîgir bûye. Li gel mefrezeya 63 pêşmergeyên bavê xwe beşdarî şerê Mêrgesor û şerê Xwakurkê bûye.
Sala 1989an li gel bavê xwe û hêzeke Pêşmerge vegeriyaye Geliyê Reş li navçeya Bradost û ji bo heyama şeş mehan mijûlî karê rêkxistina nihênî û komkirina zanîyariyên hewalgirî bûye li ser hêzên dijmin.
Sala 1991ê berî destpêkirina raperînê vegeriyaye navçeya Soran. Piştî şerê Korê, sernûyî li gel Hemîd Efendî xizmet kiriye û paşê li serbazgeha Badliyan li Diyana cîgir bûye, paşê derbasî fermandariya Barzan bûye û bûye berpirsiyarê hewalgiriya fermandariya Barzan bi pileya Eqîd, paşê bûye endamê fermandariya Barzan û cîgirê fermandeyê fermandariya Barzan. Beşdarî şerên berevanîkirina li hikûmeta Herêmê kiriye û sala 1996an li sînorê Kesnezan di şerê navxweyî de birîndar bûye.
Di roja 15ê kanûna pêşîn a 2010an de, di Kongreya 13an a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, ji ber xizmetên ku ji Kurd û Kurdistanê re kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve madalyaya Barzanîyê Nemir jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





