Sala 1918 li gundê Kanyalinc ser bi nahiya Gorretû li qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevserî li gel Mariya Wesîlowna pêk aniye, xwediyê kurek û keçekê bûne bi navên Yûnis Uzêr (1954) û Taniya Uzêr (1959), sala 1982 li gundê Heyat koça dawî kiriye.
XebatnameGeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê an çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê de, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 22ê gulana 1947an de hevaltiya general Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur (Kotol) û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, derbasî Sovyetê bûye..
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî ji wan re hatine gotin..
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên xwe, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê general Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbeجê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma Uzêr Ezîz Yûnis di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê..
Di sala 1958an de hikûmeta Komarê li Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, lewma Uzêr Ezîz di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.. Sala 1962 beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di şeran de beşdar bûye.
Çavkanî:1- Hemîd Gerdî, Puxtey mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgay çap û belawkirdnewey Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2004z), l.l 60, 80, 95, 133.
2- Şeban Elî Şeban, Hendêk zanîyarî sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhelat - 2013z), l 43.
3- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî zêrrînî Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996z), l.l 28, 41.
4- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Duhok - Çapxana Parêzgeha Duhokê - 2013z), l.l 607, 856.
5- Omer Farûqî, Serdar Dana zindegî û mobarezat-e merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2002z), s 39.
6- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan le nêwan 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Roşenbîrî - 2001z), l.l 121, 126-127.
7- Ebdulla Xefûr, Ferhengî cografyay Hewlêr, (Hewlêr - Belawkirawekanî Ekadîmyay Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z), l.l 428, 614.
8- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z), l.l 84, 94-96.
9- Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, înî, 15 nîsana 1959, l.l 2, 4.
10- Le bîrdashtî fermandey şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj legel Barzanî da çûnî Barzaniyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Roşenbîrî - 1997z), l 118.
11- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexda - Dar El-Reşîd lîn-Neşr - 1979m), s 288.
12- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z), l.l 188, 194-197, 200-201, 205, 465.
13- Necef Qulî Pisyan, Le Mehabadî xwênawîyewe heta lêwarekanî Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlî zêrrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z), l 272.
14- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





