Jînenîgarî

  Silêman Begê Dergelêyî, sala 1898an li gundê Dergelê ser bi nahiyeya Wertê li qezaya Rewandizê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna wî bo Yekîtiya Sovyetê du jin anîne û hevjîna wî ya yekem bi navê Aîşe Fettah Huseyn xwediyê yek kur û sê keçan bûne bi navên Met Silêman ji dayikbûyê 1932, Seadet Silêman ji dayikbûyê 1936, Izzet Silêman ji dayikbûyê 1937 û Nazlî Silêman ji dayikbûyê 1940, hevjîna wî ya duyem bi navê Helîm Weso Ezîz bûye û xwediyê sê kuran bûne bi navên Şewqî Silêman ji dayikbûyê 1936, Selahaddîn Silêman ji dayikbûyê 1939 û Şêrzad Silêman ji dayikbûyê 1945, li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî li gel Nîna pêk aniye. Zimanên kurdî, erebî, tirkî û rûsî zanîbûne. Sala 1974an li gundê Dergelê koça dawî kiriye û li wir hatiye veşartin.

Xebatname

Silêman Begê Dergelêyî efser bûye li artêşa Îraqê û ji serbaziyê reviyaye, sala 1944an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, bi vê sedemê di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha leşkerî ya awarte dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin. Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan li gel malbata xwe berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê Pêşmerge bûye. Di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerewa yê bûye bi serperiştiya Xidir Silêman Beg li navçeya Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê. Piştî nesko ya Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarî şerê Neqede û şerê Şino yê li Rojhilatê Kurdistanê bûye, herwiha ji wan Pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jênêral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jênêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û westiyayîtiyeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî bi wan hatiye kirin.

 Di 28ê gulana 1947an de li ser daxwaza Mîrhac Ehmed beşdarî civîna gundê Cirmê bûye. Di 19ê kanûna paşîn a 1948an de di konfransa giştî ya Bakûyê de ku nûnerên kurdên Îraq û Îranê lê bûn, bûye endamê serkirdatiya siyasî li Kurdistanê Îraqê.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jênêral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jênêral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û karpêkirina bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêbûrdana giştî.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Şêx Huseyn di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye.

Çavkanî:
  1. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004)
  2. Heyder Farûq El-Samirraî, Diya Cefer we dewruhu el-siyasî we el-iqtisadî fî el-Îraq, (Londûn – Dar el-Hikme – 2016).
  3. Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî – 1997)
  4. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyê rizgarîxwazî kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z)
  5. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.