Mihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclûrî, sala 1902 li gundê Baclûrî li navçeya Zawîte ya ser bi parêzgeha Duhokê ji dayik bûye, yek ji peyrewên şêxên Barzan bûye û beşdarî şoreşa yekem a (1931-1932) ya Barzanî kiriye, piştî neskoya şoreşê li gel cangawerên Barzanî çûye bakurê Kurdistanê û piştî demekê vegeriyaye gundê xwe. Sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye, sereta li kampê Zêweyê ya rojhilatê Kurdistanê niştecî bûye, paşê hatiye veguhastin bo bajarê Tewrêzê, li bajarê Miyanê niştecî bûye û paşê çûye bajarê Merendê. Di 22ê kanûna duyem a 2003an de di temenê 101 saliyê de koça dawî kiriye û li bajarê Duhokê bi xak hatiye spartin.

Sala 1943 gava Barzanî ji Silêmaniyê vegeriya bo Barzan, li gel Îzet Ebdulrehman beşdarî kiriye di girtina serbazgeha Amêdiyê û herwiha beşdarî şerê binkeya serbazî ya Sewreyê li ser rûbarê Şîn li navçeya Bilê kiriye, sala 1945 beşdarî şerê Meydan Morîk li nêzîkî gundê Hawdiyan a ser bi qezaya Soran kiriye.

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de bo xwe parastin ji bombebarana firokeyên şer ên Îngilîzan û pelamara artêş û caşên rejîma Îraqê, li gel heşt cangawerên din dixwestin penahê bibin rojhilatê Kurdistanê, lê di rê de wenda dibin, bi neçarî bi Nêrwe û Rêkan de vegeriyane û li gundê Qedş a ser bi qezaya Amêdiyê tên girtin, li ser daxwaziya Seîd Axayê Doskî ji zindanê tên azadkirin.

 Sala 1958 gava Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê bo Îraqê vegeriya, Mihemed Selîm Ehmed li gel Salih Yûsifî, berpirsiyarê lîqa yek (1) li Badînan û nêzîkî 20 mezinên navçeyê bo dîtin û bi xêr hatina jeneral Mistefa Barzanî çûn bajarê Bexdayê, li wir çavên wan bi Barzanî ket û jê re gotin: biçin li navçeya xwe baregeha Xebat vekin, lewma Mihemed Selîm li gel Têlî Gerdî yê yek maleyî û Mehdî Hesen Nezarkî û Hesen Sîtî Bamerinî û Mela Hemdî, baregeha Xebat li Duhokê vedikin.

Sala 1961 di dema hilgirsana Şoreşa Eylûlê li devera Aloka ya parêzgeha Duhokê, Têlî Gerdî berpirsiyarê hêza Pêşmerge bûye û Mihemed Selîm Ehmed cîgirê wî bûye, li wir beşdarî şerên Aloka û Geliyê Zawîte û Geliyê Duhokê kiriye.

Sala 1962 gava Barzanî bo cara duyem derbas bûye bo navçeya Soran, Mihemed Selîm Ehmed Ebdulrehman Baclûrî li gel Barzanî bo navçeya Xelîfan û Qeladizê çûye. Sala 1964 beşdarî Kongreya Şeşem a Partiya Dêmokrata Kurdistanêyê li bajarê Qeladizê kiriye, piştî wê kongreyê vegeriyaye bo Duhokê û li gel Elî Xelîl di hêza Duhokê de bûye. Sala 1970 piştî ku rêkeftina 11ê adarê hat morkirin, bi sedema hilkişana temenê xwe êdî nekarî di pêşmergayetî û encamdana çalakiyên partîzaniyê de berdewam be, lewma li şûna wî Mihemed Hesen hatiye kirin bi fermandeyê betalyona 4 li hêza Duhokê.

 Sala 1974 gava rejîma Îraqê di cîbicîkirina beyannameya 11ê adarê de poşman bûye û şerê dijî gelê Kurd û şoreşê dest pê kir, Mihemed Selîm dûbare peywendî bi baregeha pêşmergeyên betalyona 4 a Duhokê kiriye û amadeyiya xwe derbirîye bo hevkariyê û bergirîkirinê li şoreşê. Sala 1979 wek endam li sînorê lîqa yek (1) beşdarî Kongreya Nehemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanêyê kiriye.

Di 25ê tebaxa 1991an de vegeriyaye başûrê Kurdistanê û li bajarê Duhokê niştecî bûye, di 16ê tebaxa 1996an de bi sedema wan xizmetên ku pêşkêşî Kurd û Kurdistan û rêbaza Barzanî kiriye, di Yûbîlî Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê de ji aliyê Serok Barzanî ve mîdalyaya Barzanî hatiye dayîn.

Çavkanî:

1. Arşîvê desteyê însîklopîdyayê Partiya Dêmokrata Kurdistanê.