Jînenîgarî

Ebdullah Mehmûd Feqî sala 1909 li gundê Hesnka ser bi nahiya Barzan li qeza Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna wî bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û malbata wî bi navê Nisret Şerîf Hesen xwediyê kurek û çar keçan bûn bi navên Hemeyla Ebdullah (1937), Fatime Ebdullah (1939), Mehmûd Ebdullah (1942), Setî Ebdullah (1945), Zara Ebdullah (1947), di 15ê nîsana 1947an de ligel Şêx Ehmed Barzanî li çemê Gader ku dikeve sînorê navneteweyî yê Şahnişîna Îranê û Padîşahiya Îraqê derbas bûye û bo dema çend mehan li Sîmî Diyana desteser bûne, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevjînî ligel Wesîle Receb Ehmed pêk aniye û xwediyê keçek û kurekî bûn bi navên Enîfe Ebdullah (1955) û Xurşîd Ebdullah (1958), şarezayî di zimanên Kurdî û Rûsî de hebûye, meha çiriya pêşîn a 1973an li gundê Barzan koça dawî kiriye û her li wir hatiye veşartin.

Xebatname

Sala 1932an peywendî bi rêzên Şoreşa Yekem a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, sala 1935an heta 1936an li başûrê Îraqê hatiye girtin, sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên veguhêzbar û neveguhêzbarên wî de hatiye girtin.

 Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di Hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye, di şerên bereya Seqizê li Komara Demokratîk a Kurdistanê de beşdar bûye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê beşdarî şerên berevaniyê yên li Rojhilatê Kurdistanê bûye heta di dîroka 19ê nîsana 1947an de li ser sînorê Îran-Îraqê. Jeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 22ê gulana 1947an de hevaltiya Jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Kotol (Qetur) û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye..‌

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke servekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan..

 Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî ya hevalên Barzanî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin..

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê Jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma Ebdullah Mehmûd di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê..

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Ebdullah Mehmûd di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê..

Sala 1961 Beşdarî Şoreşa Eylûlê kiriye û di şeran de beşdar bûye.‌. Sala 1973an koça dawî kiriye.

Çavkanî:

1- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha çap û belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z), r. 51, 60, 62, 80, 95, 133, 155.

2- Hîder Farûq El-Samerrayî, Diya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m), r. 203.

3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasi û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z), r. 43.

4- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat- 1996z), r. 27, 43.

5- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok- Çapxaneya Parêzgeha Dihokê- 2013z), r. 607, 856.

6- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Dihok- Çapxaneya Parêzgeha Dihokê- 2013z), r. 1005.

7- Umer Farûqî, Serdarê dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z), r. 39.

8- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê 2001z), r. 121, 126-127.

9- Ebdullah Xefûr, Ferhengê cografyayê Hewlêrê, (Hewlêr - Belavokên Akademiya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z), r. 45, 234, 604.

10- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z), r. 84, 94-96.

11- Kovara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15ê nîsana 1959ê, r. 2, 4.

12- Di bîranîna fermandarê şehîd Heso Mîrxan Zhazhokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z), r. 118.

13- Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958ê li Îraqê, (Bexda- Darulreşîd lilneşr- 1979m), r. 288.

14- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd 1931- 1958, (Duhok- Çapxaneya Xebat- 1998z), r. 139, 184, 187-188, 194-197, 200-201, 205, 464.

15- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta peravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z), r. 271.

16- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.