Di navbera sibata 1964an û adara 1965an de, agirbesteke salekê di navbera Şoreşa Kurdî û hikûmeta Îraqê de hebû. Lê belê, di 1ê nîsana 1965an de, şer careke din derket dema ku hikûmeta Îraqê red kir ku rêkeftina di navbera wan de hatibû kirin, pêk bîne. Di encamê de, Pêşmerge neçar bûn ku ji bajar û bajarokan ber bi cihên aramtir ve vekişin. Gelek efser, leşker, polîs û sivîl di vê demê de tevlî şoreşê bûn.

 

Hat ragihandin ku serkirdayetiya şoreşgerî li Kurdistanê difikirî ku çalakiyekê di nav hêza hikûmetê de li Kerkûkê pêk bîne, wekî encama wê yekê ku hikûmetê dest bi êrîşên xwe li ser beşên cuda yên herêmê kiribû. Armanc ew bû ku lûleyên petrolê yên Zembûr û xeta trênê bike hedef. Mebest ew bû ku nîşanî hikûmetê bide ku şoreşger ne tenê dikarin li qada şer li dijî artêşa Îraqê bisekinin, lê her wiha dikarin di dilê hêzê û cihên girîng de jî çalakiyan bikin û berjewendiyên hikûmetê bixin xeterê. Her wiha, du motîvên din li pişt vê çalakiyê hebûn: 

 

Ya yekem: perçekirina hêzên leşkerî û neçarhîştina serkirdayetiya wan ku li deverên berfireh belav bibin, ku rê li ber wan digire ku li ser heman eniyê kom bibin.

Ya duyem: metirsiyek bû li ser aboriya hikûmetê bi êrîşkirina ser dezgehên petrolê, da ku hikûmet hêzeke parastinê ya mezin ji bo van dezgehan terxan bike û wan ji qada şer dûr bixe.

 

Di 21ê tîrmeha 1965an de, komek Pêşmerge bi serokatiya Mihemed Derwêş Nader gihîştin lûleyên petrolê yên Zembûr û xeta trênê li Kerkûkê. Di demeke kurt de, wan hemû lûleyên petrolê mayîn kirin û teqandin, ku bû sedema ziyanên mezin ên canî û madî li dezgehên petrolê. Piştî pêkanîna operasyonê bi serkeftî û vekişîna Pêşmerge, hêzên hikûmetê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin û di encamê de Pêşmergeyek şehîd bû.

Encamên çalakiyên Pêşmerge bû sedema alozî û metirsiyeke mezin li ser hikûmetê û berjewendiyên wê yên aborî. Di encamê de, artêşa Îraqê neçar bû du fuj û derdora 1,000 çekdarên kirêgirtî ji qada şer vekişîne da ku dezgehên petrolê biparêzin. Her wiha, leşkeran fikirîn ku Pêşmerge ji Kerkûkê û Deşta Hewlêrê ber bi çiyayan ve bibin da ku dezgehên petrolê ji êrîşên pêşerojê biparêzin. Di payîza 1965an de, hikûmeta Îraqê êrîşeke mezin li dijî Deşta Hewlêrê da destpêkirin, gundên Bestana, Îlincax, Qaşqa, Xurxur, deverên Koye, Teqteq û Dîgela kirin hedef. Armanca vê êrîşê ew bû ku Pêşmerge ji deverê derxîne û tevger û operasyonên wan li deşta Hewlêrê têk bibe.


 

Çavkanî: 
  1. Hawkar Kerîm Heme Şerîf: Şoreşa Eylûlê, Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, çapa yekem, Hewlêr, 2012.

  2. Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane li dîroka şoreşa Eylûlê, çapa yekem, Hewlêr, 2007

  3. Arî Kerîm: Çend rûpelên zindî di şoreşa Eylûlê de, Çapxaneya Xebat, Duhok 1999.

  4. Mesûd Barzanî: Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, ç: yekem, Hewlêr, 2004.

  5. Xurşîd Şêre: Xebat û xwîn, bîranînên salên xebata pêşmergatiyê, çapa sêyem, Hewlêr, 2015.