Jînenîgarî

Şehîd Cebar Hemedemîn Ehmed Hemed Bi Cebar Hacî Dûşaw tê naskirin, di sala 1964an de li gundê Şêx Wesanan a ser bi qezaya Şeqlaweyê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, sala 1975an piştî şikestina Şoreşa Eylûlê ligel malbata xwe koçberî welatê Îranê dibin û piştî du salan vegeriyan wan dûr dixin bo başûrê Îraqê û li parêzgeha Semawê tên niştecîkirin, heta qonaxa seretayî xwendiye, zewicî bûye, navê hevjîna wî Hesîbe Resûl bûye, xwediyê du kur û keçekê bûye bi navên Hêriş, Hêmin û Sêber.

Xebatname

Şehîd Cebar Hemedemîn, sala 1979an di desteya Seyîd Selîm de bûye pêşmerge, sala 1980an vediguhêze bo mefrezeya Hacî Dûşawê bavê xwe ku ser bi lîjneya navçeya Şeqlaweyê ya liqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, wê demê baregeha wan li Dola Xoşnawetiyê bûye.

Piştî du salan koçberiyê sala 1979an vegeriyane bajarê Hewlêrê û Cebar malbata xwe bi cih dihêle û vedigere devera Xoşnawetiyê, bavê Cebar di sala 1980an de careke din peywendiyê bi Şoreşa Gulanê dike û bi vê sedemê careke din vedigerin gundê Şêx Wesanan, di sala 1984an de ji ber gîçelên dijminên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û bi taybet hêza Yekîtiyê li gundê Şêx Wesanan bi neçarî vedigerin deşta Herîrê, di sala 1985an de piştî kuştina Tofîq Herîrî û têkçûna barûdoxa navçeyê malên xwe vediguhêzin nav qezaya Şeqlaweyê û li wir niştecî dibin. Di 15ê çiriya paşîn a 1986an de malbata wî û tevahiya mefrezeya bavê wî vediguhêzin bo hêza Barzan û berê xwe didin deşta Berazgir a li devera Berdawistê, lê Cebar pileya endamê lîjneya navçeya Şeqlaweyê werdigire û li heman devera Xoşnawetiyê dimîne û mala xwe vediguhêze gundê Şêx Wesanan. Lewma li sînorê navçeyê beşdarî hemû dastan û çalakiyên partî û partîzaniyên lîjneya navçeya Şeqlaweyê bûye.

Sala 1988an piştî kîmyabarana Dola Balîsan û gundê Şêx Wesanan, Cebar û hevjîna wî dibin yek ji berketiyên çekên kîmyayî, şehîd Cebar her du çavên xwe ji dest dide, ji bo mebesta çareserkirinê hewl didin wî bibin welatê Îranê, lê rêya çûna Îranê tê girtin û hewla wan bê sûd dibe, lewma wî tînin gundê Qadyaneya ser bi nahiyeya Herîrê ji bo çareserkirina xwe û hevjîna xwe li cem yek ji doktorên navçeyê, lê piştî şevekê hêza ewlehiya Şeqlaweyê derdora malê dorpêç dikin û şehîd Cebar û hevjîna wî digirin, piştî girtina wan şehîd Cebar vediguhêzin ewlehiya Hewlêrê û piştî du rojan hevjîna wî bi laşekî îşkencekirî nêzîkî nahiyeya Xelîfanê tê dîtin, lê heta niha jî Cebar winda ye û ti şop jê tune ye.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.