Ewên ku peywendî bi Artêşa Şoreşa Eylûlê re kirin, çend komên cuda yên nava civaka Kurdî bûn. Koma yekem ew bûn ku bi hevalên Barzanî hatine naskirin û di sala 1947an de ligel serok Mistefa Barzanî çûne Sovyetê. Vê komê şarezayiyeke mezin di şerkirin û rûbirûbûna dijmin de hebû, çimkî hinek ji wan di şoreşa yekem û duyem a Barzan de şervan bûn û piştre jî ligel general Barzanî di çarçoveya hêza Barzan de Komara Kurdistanê ji dijminan diparastin. Vê komê şarezayê şerê çiya û taktîkên hûr ên parastinê bûn, ji hemûyan girîngtir amade bûn di berjewendiya Kurdistanê û Barzanî de ku serkirdeyê şoreşê bû, can û jiyana xwe bext bikin.

Koma duyem a wan Pêşmergeyên ku çûn rêzên şoreşê, ew efserên Kurdperwer bûn ku di rêzên Artêşa Îraqê de berpirsiyarî hebûn, ji wan: Eqîd Teha Bamernî, Eqîd Ebdulrehman Qazî, Muqedem Nafiz Celal, Muqedem Ezîz Akreyî, Şêx Reza Gulanî ku efserê polîs bû. Hatina wan efseran bo nava şoreşê bandoreke berçav çêkir, çimkî şarezayê plan û taktîkên Artêşa Îraqê bûn û di bikaranîna çek û top û bêtêlê..hwd de pispor bûn. Herwiha bi hatina xwe bandoreke neyînî jî di rêzên artêşa dijmin de çêkirin, çimkî evan şarezayê navçeyên çiyayî bûn û eger Artêşa Îraqê bi cih nehiştibana, wê demê dibûn çavsaxên Artêşa Îraqê û dikaribûn derbeyên kujer li Artêşa Şoreşger a Kurdistanê bidana.

Koma sêyem ew ciwanên xwîngerm bûn ku di rêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê de mijûlî karê siyasî bûn, lê piştî destpêkirina şoreşê, beşeke mezin ji wan bajaran bi cih hiştin û peywendî bi rêzên şoreşê re kirin. Hatina van jî bo nava şoreşê girîng bû, çimkî xwendewar bûn û her yek ji wan pisporiyeke wî hebû ku li navçeyên di bin desthilata şoreşê de sûd jê dihat wergirtin. Koma çaremîn jî ku piraniya artêşa şoreşê pêk dianîn, cotyar û karker û xortên Kurd bûn û hemû hêviya jiyana wan rizgariya axa Kurdistanê bû, ev kom bi ser û bi mal di xizmeta şoreşê de bûn û mêrên malbatan çek li mil bûn bo parastinê, jinan jî nan û av û pêdiviyên din ên Pêşmerge, çi ji destê wan hatiba, dabîn dikirin. Koma çarem; koma gurz û tîna şoreşê bûn û eger ew nebana, qet şoreşê nedikarî di nava wan hemû dijminan de çardeh salan berdewam be.

Koma pêncem Kurdên bakur, rojhilat û rojava bûn ku baweriya wan bi doza neteweya wan hebû û xebata her parçeyekê wek erk didîtin. Herwiha di Şoreşa Eylûlê de pêkhatiyên neteweyî û olî yên Kurdistanê beşdar bûn û roleke berçav hebûn, wek xirîstiyan û êzdî û tirkmen. Beşdariya van pêkhatiyên neteweyî û olî bo nebûna cudahiyê vedigere di navbera Kurd û wan pêkhatiyan de, bi wê wateyê ku hikûmeta Îraqê cudahî nedikir di navbera wan de û hemûyan wek yek diçewsandin û zindanî dikirin û mafên wan jê distandin. Herwiha şoreşê jî cudahî di navbera wan pêkhatiyan de nedikir, bi wê yekê ku hemûyan bi yek çavî didîtin û hemûyan diparast û rê nedida ti yek ji van pêkhatiyan mafên pêkhatiyên din binpê bike.

Dema di 4ê Çiriya Pêşîn a 1964an de Encûmena Serkirdatiya Şoreşê bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî hat pêkanîn, serkirdatiya artêşa şoreşê rasterast di destê Barzanî de bû. Herwiha rêkxistina karûbarên wê jî li gorî madeya bîst û pêncem a destûra Encûmena Serkirdatiya Şoreşa Kurdistanê ya Îraqê bi vî awayî bû: Beşeke serbazî di nivîsgeha rapêrandinê de tê pêkanîn, erka wê ew dibe karûbarên serbazî di şoreşê de rêk bixe û kar jî bike bo pêşxistina wê di hemû aliyan de û ev beş bi şêwirîn ligel nivîsgeha rapêrandinê û fermandeyê giştî yê şoreşê, hemû rêgez û rêberiyên pêwîst bo vê mebestê derdixe.

Derbarê çekên Artêşa Şoreşger a Kurdistanê de; di destpêkê de ew çekên ku di destê Pêşmerge de bûn, pêk dihatin ji Îngilîzî, Brnû, Sîmînov, reşeş, hawenên biçûk, narincok. Ev çek ji çend çavkaniyan dest ketibûn. Çavkaniya yekem civaka Kurdistanê bû ku di serdema Şoreşa Eylûlê de hêj civakeke cotyarî ya şivankariyê bû, lewra welatiyên zêde çekên xwe hebûn û dema şoreş dest pê kir, piraniya wan bi çekên xwe çûn nava şoreşê. Herwiha dema şoreş dest pê kir, serbazgeh û bingehên polîsan û gelek rebayên Artêşa Îraqê ketin destê Pêşmerge û evan hemûyan çekên cuda tê de bûn û Pêşmerge dest danî ser wan. Çavkaniyeke din a çekan ji wan êrîşan dihatin bidestxistin ku mefrezeyên Pêşmerge dikirin ser Artêşa Îraqê. Herwiha piştî xwe girtina şoreşê û bihêzbûna wê, welatê Îranê ku zanîbûn şoreş hokareke sereke ya lawazbûna desthilata Îraqê ye û ew jî ev dixwestin, gelek caran bi çekên giran alîkariya şoreşê dikirin.

Derbarê cil û bergên Pêşmerge de jî, hemû Pêşmergeyan rank û coxên xakî li xwe dikirin û kulav û cemedanî yan klête girêdidan û pişta xwe girêdidan û gore û puzewane (belekpêç) dikirin lingên xwe û gelek gurt û gol derdikevtin. Car caran jî ji aliyê şoreşê ve cil û berg û pêlav didan Pêşmerge. Bo xwarinê jî; stûna pişta şoreşê ew xwarin bû ku gundnişînan bo şoreşê dabîn dikirin û çi peyda dikirin, para Pêşmerge jê didan, ev ligel wê yekê ku li baregehên Pêşmerge jî xwarin dihat amadekirin. Cihê behsê ye di Şoreşa Eylûlê de bi ti awayî cudahî di navbera xwarina Pêşmergeyên asayî û berpirsiyarên de nebû û diviyabû hemûyan heman xwarin bixwarana. Ev bo cil û bergan jî rast e û berpirsiyarên diviyabû heman ew cil û bergên xakî li xwe bikirana ku Pêşmerge li xwe dikir.

Di Şoreşa Eylûlê de pêşmergayetî pileyek nebû ku bi hêsanî bigihêjiyê. Ew welatiyê ku dixwest bibe Pêşmerge, diviyabû ji aliyê baregeheke partiyê ve, çi rêxistin be yan navçe yan liq, piştgirî bihata kirin. Herwiha diviyabû bi kêmanî sê mehan bi awayê ezmûnî bibe Pêşmerge û çavdêriya reftar, rewişt û dilsoziya wî dihat kirin. Şiyana laşî û bergirtina sermayê û germayê dihat ceribandin û diviyabû bê zanîn ka berê xwe dide meşîna bi lingan a zêde û birçîbûnê digire, paşê rê dihat dayîn çekê şerefê û parastina welat bike milê xwe.

Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê divê perwerde bibîtan. Xûla herî diyar bikaranîna çekan bû, ji ber ku ev ji bo parastina xwe û ya welêt girîng bû. Herwiha di rêzên artêşa şoreşger a Kurdistanê de xûlên din jî dihatin vekirin, di nav wan de xûla kadroyan, mamostayan û birînpêçiyê. Ji aliyê bihêzkirina şiyanên serbazî ve jî xûlên bêtêl, topavêj û endazyariyê dihatin vekirin. Vekirina van xûlan şoreş bir qonaxeke din û Pêşmerge bi awayekî jêhatîtir berevaniya xwe dikir û welatiyên xwe diparastin.

Ya ku peywendî bi berpirsiyariyê ve heye di şoreşê de, pîvana bidestxistina berpirsiyariyê di Şoreşa mezin a Eylûlê de ne hejmarî bû, belkî ew Pêşmergeyê ku berpirsiyarî jê re dihat spartin, tevî dilsoziya ji bo ax û welat û serkirdatiya şoreşê, divê di dema tengasiyê de li ser xwe û aram bûya û şiyana çareserkirina pirsgirêkên Pêşmerge û pirsgirêkên welatiyan jî hebûya.    

Artêşa Pêşmergeyên Kurdistanê di destpêka şoreşê de dabeşî ser çend qolan bûbû û her qolek ji aliyê Pêşmergeyekî jêhatî û şareza ku serleq bû, serkirdatî dikir. Piştî vê û bi taybetî di dawiya sala 1962an de rêkxistinên artêşê guherîn û hûrtir bûn û bûn: deste, pel, leq, batalyon û her yek ji van ji aliyê serdeste, serpel, serleq û fermandeyê batalyonê ve dihatin birêvebirin. Sedema vê jî ji bo wan neberdiyan vedigere ku Pêşmerge di hemû qolan de nîşan dida û karî ax û xelkekî zêde azad bike û sînorê navçeyên azadkirî firehtir bike.

Ev dabeşkarî heta piştî wergirtina desthilata Îraqê ji aliyê Beasiyan ve her berdewam bû, lê bi zêdetir firehbûna navçeya azadkirî û zêdetirbûna hejmara Pêşmerge, tevî cudabûna kêmîneyeke kêm di 1964an de, herwiha piştî pêkanîna encûmena serkirdatiya şoreşê, pêkhateya Pêşmerge jî hat rêkxistin û erk û berpirsiyarî hatin dabeşkirin. Ev jî pêşveçûneke girîng bû ji bo şoreşê û piştre jî di meydana berxwedan û rûbirûbûnê de reng da û Pêşmerge bi serkeftinên yek li pey yek, sepand ku hêzeke ku paşekêşê pê nayê kirin û dest ji netewe û welatê xwe bernade.

Di berga sêyem û beşa yekem a pirtûka Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd de ku Mesûd Barzanî nivîsiye û bi xwe Pêşmergeyê şoreşê bûye û agahdarê hûrgiliyên pêkhateya artêşa şoreşger a Kurdistanê bûye, nivîsiye: Artêşa şoreşê jî bi vî awayê jêrîn hat rêkxistin:

Serkirdê giştî: Mela Mistefa Barzanî.

Serokê erkan: Nûrî Mela Me'rûf.

Artêşa yek li Badînan, serkirdê wê Es'ed Xoşewî û pêk tê ji:

Hêza Zaxo: bi serkirdatiya Îsa Siwar.

Hêza Dihokê: bi serkirdatiya Elî Xelîl.

Hêza Şêxan û Akrê: bi serkirdatiya Hiso Mîrxan Dolemerî.

Artêşa du li Hewlêr: serkirdê wê Reşîd Sindî, pêk tê ji:

Hêza Sefîn: bi serkirdatiya Tahir Elî Walî.

Hêza Kawe li navçeya Pişder: bi serkirdatiya Haso Mîrxan Jajokî.

Hêza Bêtwatê li navçeya Bêtwatê: bi serkirdatiya Elî Şe'ban.

Artêşa sê li Silêmanî û Kerkûkê bi serkirdatiya muqedem Ezîz Akreyî û, pêk tê ji:

Hêza Xebat: bi serkirdatiya Ebdulwehab Etruşî.

Hêza Qeredax: bi serkirdatiya Fazil Talebanî.

Hêza Rizgarî: bi serkirdatiya Tariq Ehmed.

Bi vê pîvanê be, artêşa şoreşger a Kurdistanê ji sê artêşan pêk dihat û her artêşek ji sê yan çar hêzan pêk hatibû û ti hêzek jî ji sê batalyonan kêmtir nebû û batalyonan jî bi kêmanî divê sê leqên wan hebûya û her leqek jî sê pel yan zêdetir hebû û her pelek jî ji sê desteyan kêmtir nebû û her desteyek jî bi kêmanî deh Pêşmerge dihewand.

Çavkanî:
  • Ebdulla Melazade, Şêweyê teşkilatê eskerî yê şoreşa Eylûla mezin, çapa yekem, çapxaneya Minare, Hewlêr-2020.
  • Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga sêyem-beşa yekem, dezgeha çap û belavkirinê ya Rojhilat.
  • Nجم الدین الیوسفي, ثورة أيلول المجيدة, مطبعة كلية الشريعة-1995.