Al Şêx Umer sala 1905an li gundê Bêdarûnê yê nahiyeya Goretûyê ser bi qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê jiyana hevseriyê pêk aniye û xêzana wî navê wê Surmê Mîrxan bûye û kurekî wan hebûye bi navê Ehmed ku di sala 1934an de ji dayik bûye.
XebatnamePiştî ku Barzanî û hevalên wî dest bi rêçikê dikin, Barzanî Pêşmerge dabeşî çend desteyan dike û Al Şêx Umer serdesteyê desteyekê ji hevalên Barzanî bûye bo Yekîtiya Sovyetê. Piştî ku li rûbarê Arasê derbas dibe, navbirî di 16ê hezîrana 1947an de yek ji wan kesan bûye ku jenerel Mistefa Barzanî li gel Mîrhac Ehmed Akrêyî, Lawko Mesîhî û Şêxomer Şanederî raspartine biçin cem pasewanên sînorê Yekîtiya Sovyetê, daku wan werbigirin.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî dane wan. Ji ber ku bi xwe mamostayê zimanê Kurdî bûye, rojane bo dema çar demjimêran dersên zimanê Kurdî dane hevalên xwe.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên xwe, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbicih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî bên komkirin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê. Al Şêx Umer sala 1958an li Yekîtiya Sovyetê koça dawî kiriye.
Çavkanî:-
Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z), r. 80, 95, 133.
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyariyên siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z), r. 37.
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê zêrîn ê Pêşmerge, çapa yekem, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z), r. 14.
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxaneya Parêzgeha Dihokê - 2013z), r. 607, 856.
- Umer Farûqî, Serdar Dana Jîndegî û Mubarizat-ê Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z), r. 39.
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z), r. 121, 126-127.
- Ebdullah Xefûr, Ferhengê Cografyayê Hewlêr, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z), r. 100.
- Karwan Muhemmed Mecîd, Barzaniyan li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z), r. 84, 94-96.
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z), r. 118.
- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwaza Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z), r. 188, 194-197, 200-201, 205, 457.
- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî ve heta lîwarên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z), r. 261.





