
Hem Ehmed Hem
Hem Ehmed Hem (1914-1987), naskirî bi Hemê Sînemê, Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) kiriye.
Di koleksiyonê de bigere, bi kategorî, ziman, û dîroka weşanê parzûn bike.
1.361 encam

Hem Ehmed Hem (1914-1987), naskirî bi Hemê Sînemê, Pêşmerge û hevalê Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, yek ji pêşmergeyên artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê (1946) bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê (1961-1975) kiriye.

Ew şer derbeyeke tund a Hêzên Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê di Şoreşa Gulanê de bû ku li baregeheke Artêşa Iraqê ket, di şeva 12 li ser 13ê Tebaxa 1985an de, dema ku hêzeke Pêşmergeyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê û Partiya Komunîst, gerreke kirin bo navçeya Batîfayê ya parêzgeha Dihokê, ji bo dîtin û serdanîkirina rêzên rêxistinî û welatiyên navçeyê, piştre biryar dan çalakiyeke partîzanî encam bidin, ji bo wê jî baregeha (Girde Hol) destnîşan kirin.

Seîd Mehmûd Salih, nasnav (Seyidxan Dolemerî), sala 1951an li gundê Îsqeyl a ناحیەى Mezinê ser bi qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Sala 1963an peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye. Sala 2010an midalyaya Barzanî nemir jê re hatiye bexşîn.

Bextiyar Arif Ebdullah Fethullah nasnavê wî (Bextiyar Sûr) e, Pêşmergeyê Şoreşa Gulanê bûye, di jiyana pêşmergatiyê de pileya serpelî wergirtiye, di sala 1988an de li çiyayê Wişkenaw şehîd bûye.

Ehmed Cercîs, kadro û Pêşmergeyê şaneya nihênî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû li nav bajarê Hewlêrê, Pêşmergeyê Şoreşa Eylûlê bû, di jiyana pêşmergatiyê de pileya serpelî wergirtiye, di sala 1969an de di rûbirûbûna bi serbazên rejîma wê demê ya Îraqê de Şehîd bûne.

Ew şer li ser rêya navbera Meydan û Derbendîxanê di demekê de rû da, ku hêza Pêşmerge xwest rê li karwanekî serbazî yê Artêşa Iraqê bigire ku bi rêya Celewla- Derbendîxan ber bi Bexdayê ve derbas dibû, di şer de Artêşa Iraqê û çekdarên kirêgirtî ziyaneke mezin a canî dîtin, karwanê serbazî roja yekem nekarî derbas bibe belkî roja din derbas bû.

Cebar Hemedemîn Ehmed Hemed bi (Cebar Hacî Dûşaw) tê naskirin, pêşmergeyê Şoreşa Gulanê bûye, piştî şikestina Şoreşa Eylûlê ligel malbata xwe koçberî welatê Îranê bûne, pileya endamê lîjneya navçeya Şeqlaweyê wergirtiye, ji aliyê ewlehiya Şeqlaweyê ve hatiye girtin û heta niha ti şop jê tune ye û winda ye.

Akademîsyen û siyasetmedar doktor Çinar Se'ed Ebdullah, sala 1993an peywendî bi rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û sala 1995an peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye,...

Ev şer li ser rêya di navbera Meydan û Derbendîxanê de qewimî, dema ku hêza Pêşmerge xwest rê li karwanekî serbazî yê Artêşa Iraqê bigire ku bi rêya Celewla – Derbendîxan ber bi Bexdayê ve derbas dibû. Di şer de Artêşa Iraqê û çekdarên kirêgirtî ziyaneke mezin a canî dîtin, karwanê serbazî roja yekem nekarî derbas bibe, lê ji bo roja din derbas bû.

Şerê Sênawê û Berdina di havîna sala 1963an de di navbera hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê de bi piştgiriya çekên giran, topbaran û bordûmana firokeyan li navçeya Spîlkê ya rojavayê bajarokê Xelîfanê rû da, dema ku hikûmeta Îraqê hewl da dest bi ser devera Barzanê de bigire, piştî şerekî mezin û şehîdbûna 8 Pêşmergeyan, biryar hat dayîn ku hêza Pêşmerge ji wan sengeran vekişe.

Şehîd Mistefa Mihemed Emîn Ebdulhemîd, yê berniyas bi Mistefa Kêsteyî, Pêşmergeyê şoreşa Îlon û Gulanê, di sala 1967an de di temenê 15 saliyê de dibe Pêşmerge û navê wî li gel hêza Selîm Esed Xoşewî dibe, di destpêka şoreşa 26ê Gulanê ya pêşketinxwaz di sala 1976an de şehîd Mistefa Kêsteyî peywendiyê bi Mehmûd Êzdî dike û dibe Pêşmerge û pileya amir mefreze werdigire, di sala 1979an de tê hilbijartin bo endametiya (Kongreya - 9) ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Zêwê, di roja 13/3/1995an de tê şehîdkirin.

Ev şer di navbera hêza deşta Hewlêrê ya Pêşmerge û çekdarên kirêgirtî yên hikûmetê (caş) de qewimî di dawiya bihara sala 1969an de li her du gundên Kerdiz û Kerzor li deşta Hewlêrê, di vê hemleyê de hêza Pêşmerge karîn bi ser çekdaran de serbikevin û ziyaneke mezin a canî û madî bigihînin wan û wan ji navçeyê derbixin, li hember ziyaneke kêm a hêza Pêşmerge.