Jiyanname

Şehîd Mistefa Mihemed Emîn Ebdulhemîd, berniyas bi Mistefa Kêsteyî, di sala 1952an de li gundê Kêstê li devera Berwariya ji malbateke hejar û Kurdperwer ji dayik bûye, li gundê Hirorê xwendina xwe ya seretayî bi dawî tîne, lê ji ber barudoxê sext ê jiyanê û topbaran kirina deverê bi berdewamî ji aliyê rêjîmê ve neşiya berdewamiyê bide xwendina xwe, di sala 1976an de li gel malbata xwe û gelek ji mirovên xwe awareyî Bakurê Kurdistanê dibe û li devera Mamxura akincî dibe û di wê demê de birayê wî şehîd Mihemed û bavê wî Mela Mihemed Emîn di zîndanê de bûn ji ber egeryên siyasî, di sala 1981an de li gel malbata xwe careke din diçe Îranê û li urdugayê Sêro akincî dibin, di 13ê adara 1993an de tê şehîdkirin.

Xebatname

Şehîd Mistefa Mihemed Emîn Ebdulhemîd berniyas bi Mistefa Kêsteyî, di sala 1967an de di temenê 15 saliyê de dibe Pêşmerge û navê wî li gel hêza Selîm Esed Xoşewî li gundê Qumriyê tê tomar kirin û berdewam dibe li ser karê xwe yê Pêşmergatiyê heta sala 1975an, di destpêka şoreşa 26ê Gulanê ya pêşketinxwaz di sala 1976an de şehîd Mistefa Kêsteyî peywendiyê bi Mehmûd Êzdî dike û dibe Pêşmerge û pileya amir mefreze werdigire, di sala 1979an de neçar bû li gel mala xwe awareyî Rojhilatê Kurdistanê bû û li komelgeha Sêro akincî bûn û ji ber barê aborî neçar dibe mala xwe li gelek cihan veguhezîne wekî bajarê Urmiyê û bajarê Xoyê, di sala 1979an de tê hilbijartin bo endametiya Kongreya 9 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Zêwê.

Di sala 1991an de li gel hêza Mela Remezan Qumrî vegeriya axa Kurdistanê û beşdarî di serhildanê de kir û paşê pileya berpirsiyariya rêxistinê wergirtiye û ji ber şiyan û jêhatîbûna wî çendîn pileyên berpirsiyarî werdigire û paşê dibe amir hêz, di sala 1994an de bû amir fewcê 4 ser bi artêşa 1 ve.

Girîngtirîn çalakiyên leşkerî yên şehîd Mistefa Kêsteyî rolê berçav tê de dît di navbera salên (1974 – 1995) dastanê Girê Qesrokê di sala 1974an، Dastanê (Spîrêz/Kêliya Şeda) di sala 1974an،

Dastanê Çiyayê Zava di sala 1974an، Dastanê Korê di sala 1976an، Kemînê Deşta Sêmêlê di sala 1976an، Dastanê Geliyê Qiyametê، Girtina çend sîxurên rêjîmê li Baedrê di sala 1977an، Kemînê Şikeftê û Kaniyê Mazê di sala, kemînê rêjîmê li devera Nehlê di sala 1978an, kemînê rêjîmê li devera Şûş û Şermna di sala 1978an، Kemînê rêjîmê li Serê Pirsê di sala 1978an، Beşdarî di bûyerên Partî û YNKê li Kurdistanê Tirkiyê di sala 1978an, beşdarî di serhildana sala 1991an، Dastanê Geliyê Qumriyê di sala 1992an, beşdarî di bûyerên 1ê gulana 1994an kiriye, beşdarî di dastanê Kesnezan, Dola Balîsan û gelek dastanên din ya kiriye. di 13ê adara 1993an de tê şehîdkirin.

Çavkanî:

Arşîvê desteya ensîklopediya Partî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.