Diyar e hêza Pêşmerge ji bo demekê ji deşta Hewlêrê dûr ketibûn bi sedema zexta zêde ya hikûmetê û çekdarên kirêgirtî, bi wê sedemê derfet ji bo hêzên hikûmetê û çekdarên kirêgirtî (caş) bi cureyekê rexsîbû ku bi daxwaza xwe li gundan reftar bikin ligel welatiyan û gundnişînan, lewma Pêşmergeyên hêza deşta Hewlêrê bi fermandeyiya Faris Bawe li ser vê rewşê bi pêwîst dîtin ku civînekê pêk bînin û rewşê gotûbêj bikin, piştî gotûbêj û raguhertina ramanan biryar hat dayîn ku hêzekê bişînin ve bo deşta Hewlêrê ji bo encamdana çend çalakiyan û tijîkirina wê valahiya ku di çalakiyên Pêşmerge de hatibû jibîrkirin.    

Yek ji çalakiyên Pêşmerge ku di wê demê de hat encamdan êrîşkirina ser molgehên çekdarên kirêgirtî bû li her du gundên Kerdiz û Kerzor li deşta Hewlêrê, diyar e ew şer û çend şerên din ên Pêşmerge ligel caşan wê zanyariyê piştrast dike ku demek bû şerên Pêşmerge pirtir ligel kirêgirtiyan bû ne ligel artêş û hêzên din ên hikûmetê, bi sedema wê rewşa ku li Îraqê hatibû holê û besiyan ji bo cara duyem bi rêya derbeyê desthilat girtibûn dest û navbera wan ligel şoreşê bi rewşeke ne şer ne aştiyê derbas dibû.

Hêza Pêşmerge di şeva 18 li ser 19ê gulana 1969an de nexşe û planeke xurt danîn ji bo encamdana çalakiyekê, ku pêk dihat ji êrîşkirina ser molgehên çekdarên kirêgirtî (caş) li her du gundên navborî li nêzîkî rêya Hewlêr û Altûn Koprî, çimkî ji wê demê ve li wê navçeyê hatibûn bicihkirin roleke xirab û nebaş dilîstin û azar didan gundnişînan û cotkaran. 

Êrîşa Pêşmerge bi awayekî kuta-pêk di saet 11ê şevê de dest pê kir heta saet 1ê nîvê şevê berdewamî hebû, diyar e hêza deşta Hewlêrê di yek ji çalakiyên xwe de ku berê encam dabûn otomobîlek a serbazî girtibûn bi plet û karbon debabeyek jê çêkiribûn, ku batalyona du bi fermandeyiya Erîf Osman û batalyona sê bi fermandeyiya Ehmed Hacî Elî bi wê debabeya destçêkirî êrîş kirin ser çekdarên gundê Kerdiz, bi sedema bikaranîna debabeyê di wê qola êrîşa Pêşmerge de bi demekê zû karîn çekdaran têk bibin û dest bi ser binkeyên wan de bigirin, herwiha batalyona sêyemîn jî bi fermandeyê Seyîd Kake êrîş kir ser gundê Kerzor, piştî şerekî çend saetî karîn serkeftinê bi dest bixin û çekdaran têk bibin û ji navçeyê derbixin. 

Di êrîşa ser her du gundan de ji bilî têkçûna hêza çekdarên kirêgirtî ziyaneke canî û madî ya mezin jî gihîşt wan ku pêk dihat ji kuştina 50 çekdar û birîndarbûna 30 çekdarên din û dîlgirtina çekdarekî, di nav kuştiyan de du berpirsên çekdarên kirêgirtî hebûn ku xelkê Hewlêrê bûn, di vî şerî de hêza Pêşmerge destkeftiyên mezin hebûn di çek û kelûpelên serbazî û azûqeyê de wek yek topa Eqd 3, sê reşeşên Bren, 12 tifengên Brênoyê, yek Kalaşnîkov, 3 tifengên Semînov, 4 tifengên yanzde tîr, 2 Brênoyên Îngilîzî ligel hejmareke mezin a fîşekên Brênoya Îngilîzî û Rûsî herwiha 2 otomobîl û yek dûrbîn, ziyana hêza Pêşmerge jî pêk dihat ji yek Şehîd û çar birîndarên sivik.

Piştî vê serkeftina Pêşmerge bi ser çekdarên kirêgirtî de bi diyarkirî di roja din de anku di 19ê gulana 1969an de hikûmet ji bo tolhildanê û dengvedanê li ser vê êrîşa Pêşmerge dest bi topbaranekê xurt a navçeyê kir, ku bi zêdetir ji 150 gulletopan gundên derdora serbazgeha Quştepe bordûman kirin, herwiha çar firokeyên Mîg ji bo maweyê du saetan bordûmana kor a gundên Resûl Biskol û Bêstane û hinek cihên deşta Hewlêrê kirin ziyana vê topbaran û bordûmana firokeyan pêk dihat ji birîndarbûna sê Pêşmergeyan bi sivikî, di heman şevê de anku 19 li ser 20ê gulanê dest bi topbarana serbazgeha Bêstane ya biçûk û derdora wê kirin.          

       

Çavkanî:

1- Arî Kerîm, Çend rûpelên zindî di Şoreşa Eylûlê de, Çapxaneya Xebat, Dihok 1999.

2- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, çapa yekem, Hewlêr, 2012.

3- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, ç: yekem 2004.

4- Seyîd Kake, Bîranînên Pêşmergeyekî, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê, çapa yekem, 1997.

5- Xurşîd Şêre, Xebat û Xwîn, Bîranînên salên xebata Pêşmergatiyê, çapa sêyem, Hewlêr, 2015.