
Destana Kanî Masî 1987
Di îlona 1987an de li navçeya Kanî Masî ya devera Badînan şerekî mezin di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Îraqê de qewimî, bi Destana Kanî Masî hat naskirin, Hêzên Pêşmerge êrîş bir ser hejmarek bingeh û baregehên leşkerî yên artêşa Îraqê, piştî şerekî germ û xwînî Pêşmerge karî dest deyne ser hemû xalên leşkerî û ziyaneke mezin bigihîne hêzên leşkerî yên artêşa Îraqê di kuştî, birîndar û dîlgirtiyan de.









