Hikûmeta Beis ku hêj xwe bi serkeftî didît û wisa bawer dikir ku kariye mezintirîn şoreşa Kurdistanê ji nav bibe, hewla terorkirina serkirdeyên Kurdistanê dida, di nav wan de jî Mesûd Barzanî ku hem kurê Mistefa Barzanîyê serkirdeyê bizava rizgarîxwazî ya gelê Kurd bû, hem jî piştî nexweşketina bavê xwe bi hev re ligel Îdrîs Barzanî karûbarên Partiya Demokrat a Kurdistanê û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurdistanê birêve dibirin.

Mesûd Barzanî ku ligel serok Mistefa Barzanîyê bavê xwe li Emerîka bû, di sala 1978an de karûbarên şoreşê pêwîstî bi wê hebû ligel serkirdayetiyê bicivin û tawûtiyê karûbarên şoreşê bikin, ji bo vê mebestê serdana Ewropayê kir. Di dema wê serdanê de, hewdem wefdekî hikûmeta Îraqê bi serkirdayetiya Barzan Tikrîtî li Viyenayê dibe, herçend zelal nîne gelo tenê ji bo terorkirina Mesûd Barzanî çûbûn û hinek karûbarên hikûmetê kiribûn behane, yan ji wir ve zanibûn Mesûd Barzanî li wir e, biryara qostina derfetê dan û hewl dan teror bikin, serok Mesûd Barzanî di pirtûka Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd de dibêje Barzan û çend kesên din bi taybetî ji bo kuştina min hatibûn, çimkî di wan salan de hikûmeta Îraqê bi temamî mebesta ji navbirina min hebû.

Lewma baştirîn çavkanî ku di vê derbarê de pişta xwe pê ve girêbide, pirtûka Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd e, çimkî ew bûyera terorîstî ya rûdaye, bi ser xwediyê nivîskarê pirtûkê de hatiye. Gêrrana bûyerê li ser zarê serok Mesûd Barzanî bi vî awayî ye: 

Meha kanûna yekem a sala 1978an, ji Londonê serdana Viyenayê kir û li baregeha liq cihê mayîna me hat dabînkirin. Piştre biryara min da, roja 8ê kanûna duyem a 1979an serdana Parîsê bikim bi mebesta dîtina Îmam Xumeynî. Min dixwest çavê min bi Faris Bawe bikeve. Êvara roja 8ê kanûna duyem a 1979an Heme-Reza û Azad Berwarî ez agahdar kirim ku bi hev re serdana mala Pîrot Ehmed bikin. Di rê de min ji wan re got bi niyaz im Faris bibînim. Zêde pêdagirî kirin ku em vegerin, lê bi gotina min nekirin. Kak Pîrot di şûqeyekê de jûrek hebû, heta neçûne ber dergeh agahdarî çûna me nebûn.

serok Mesûd Barzanî daxwaz ji Pîrot dike bi Faris Bawe bibêje, bê cem min, lê Pîrot bi ti awayî bi Faris nabêje ku Mesûd Barzanî li vir e û dixwaze te bibîne, belkî dibêje peyama hevalekî min pê ye û ew jî tê.

Barzanî di gêrrana bûyera terorkirinê de berdewam dibe û ev nivîsandiye:

Piştî temambûna dîdarê xwe amade kir ji bo çûnê û min jê re got, Faris em biçin, lê navbirî sond da min ku hêj xwe bigirin, bila hevalan seyrê derve bikin, piştre biçin. Di dema çûna hevalan ji bo jêrê otomobîlekî balyozxaneya Îraqê li derve li benda wan bû, du kes jê hatin pêşiya wan û wisa zanîbûn ku Azad Berwarî ez im û demançeya xwe xistin ser serê wî, lê xweşbextane neteqî û çirûkî kir.

Hevalên serok karîbûn xwe ji destê terorîstan rizgar bikin û yek ji hevalan demançeyekî dengî pê bû û piştî teqandina wê, tirsa li cem terorîstan çêkiribû û neçar cihê xwe bicîh hêştibûn. Herwiha nizanîbûn jî ku Mesûd Barzanî li jorê ye, eger na dibe ku bi wê asaniyê, dev jê bernedaban.

Piştî bûyerê, polîs tê û Barzanî jî skala li dijî hikûmeta Îraqê tomar dike û hikûmeta Nemsayê jî pasewanî ji bo dabîn dikin û piştre li hola tranzît a Esîna di benda firokeyê de dibin, Barzan Tikrîtî birayê Sedam û deh-dwazdeh kesên din ku ligel wî dibin, dixwazin vegerin Îraqê.

serok Mesûd Barzanî evê digêrrê ku sala 1991ê di dema danûstandin ligel hikûmeta Îraqê, di êvarekê de evê bîra Barzan anî û ew jî înkarê bûyerê û beşdarbûna xwe di wê karê terorîstî de nekir.

Çavkanî:

1. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî ya Kurd, beşa çarem, berga yekem, 1975- 1990 Şoreşa Gulanê, (Hewlêr- çapxaneya Roksana- 2021).