Di dîroka 17ê tîrmeha 1994an de, rêxistina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve destûra fermî ya karê herêmî wergirt1. Li gorî raspardeyên kongreya heştemîn, diviyabû kongreya nehemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê sala 1995an bihata encamdan, lê ev dem sê salan dirêj bû, sedemên ku bûn sedema paşketina vê kongreyê hebûn ku ya herî girîng tevlîbûna Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû di rêzeşerên navxweyî yên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê de di meha gulana 1994an de. Di encamê de, piraniya baregehên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ketin ber şepêla talankirinê û endamên wê jî rûbirûyê girtin û tirsandinê bûn2.
Tevî nehemwariya barûdoxê sepandî, di heyama navbera salên 1993 heta 1998an de, ji aliyê Lijneya Rêvebir a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê ve ji bo rêkxistina rêzên wan û rêvebirina karûbarên xwendekaran neh civînên berfireh hatin encamdan, di civîna dawî de, ango civîna nehemîn a Lijneya Rêvebir di dîroka 17ê nîsana 1998an de, biryara lidarxistina Kongreya Nehemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê hat dayîn3. Lijneya amadekar a kongreyê hat pêkanîn û heta dîroka 20ê gulana 1998an, hilbijartin ji bo destnîşankirina nûnerên kongreyê li sînorê gişt liqan hat encamdan4.
Rêveçûna kongreyê:
Piştî encamdana tevahiya amadekariyan ji aliyê lijneya amadekar ve, roja çarşemê 27ê tîrmeha 1998an, bi amadebûna 260 nûneran, Kongreya Nehemîn a Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, bi dirûşma (Zanist, Azadî, Pêgihandin), bi amadebûna serok Mesûd Barzanî, li hola rewşenbîriyê ya bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê hat lidarxistin5.
Roja çarşemê 29ê tîrmeha 1998an, nûnerên kongreyê dengê xwe dan endamên lijneya rêvebir a nû6. Ji bo yekemîn car jî di dîroka Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Partiya Dêmokrata Kurdistanê de, kota ji bo jinan hat danîn ji bo serketina wan bo lijneya rêvebir ku di encamê de çar jinan sûd ji kota jinan wergirt.
Di kongreyê de, desteya rêvebir bi awayê jêrîn hatin hilbijartin:
1- Îsa Ehmed Axa
2- Elî Ewnî Nîmet
3- Şeban Şeban Ehmed
4- Şakir Ebûbekir Ezîz
5- Awaz Ebdulwahid Xidir
6- Xalib Husên Osman
7- Ehmed Mihemed Umer
8- Elî Teter Tofîq
9- Mûsa Ehmed Axa
10- Hejar Kako Ehmed
11- Hengaw Ebdullahxan
12- Şemîran Elî Mihemed
13- Zubêr Ebdullah Husên
14- Faxir Husên Sadiq
15- Mihemed Şukrî Mihemed Seîd
16- Karwan Celal Elî
17- Selam Husên Mihemed
18- Semîre Nasir Qadir
19- Beyan Osman Hesen.
Yedekên wan jî bi awayê jêrîn bûn:1- Nazim Reşîd Îsmaîl
2- Sîrwan Osman Hesen
3- Muslih Hesen Mîrxan
4- Murad Xweşewî Husên
5- Şîlan Ceifer Elî, nasraw bi Şîlan Şêx Ceifer7.
Di dîroka 12ê tebaxa 1998an de, lijneya rêvebir di yekemîn civîna xwe de Elî Ewnî wek sekreter û van kesên jêrîn wek endamên mekteba sekreteriyetê hilbijart:
1- Şakir Ebûbekir Ezîz
2- Hengaw Ebdullah
3- Şeban Şeban
4- Awaz Ebdulwahid
5- Karwan Celal Elî
6- Îsa Ehmed Axa8.
Herwiha di vê qonaxê de, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bû xwediyê heşt liqan, ku pêk dihatin ji liqên zanîngeha Selahedîn, Raperîn, Hewlêr, Silêmanî, Dihok-Neynewa (liqa zanîngeha Dihokê di meha tîrmeha 1998an de hat damezrandin), Soran, Akrê9.
Çavkanî û perawêz
1- Sasan Ewnî, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê çend aliyên têkoşîn û dîrok, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 1998), r 214.
2- Erfan Ezîz Ezîz, Kongre û Konferansên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, çapa yekem, (Hewlêr-Çapxaneya Rojhilat-2012), r 128.
3- Sasan Ewnî, çavkaniya pêşû, r r 190-270.
4- Erfan Ezîz, çavkaniya pêşû, r 129.
5- Bi amadebûna serok Barzanî yekîtiya me nehemîn kongreya xwe lidar xist, rojnameya Xebata Xwendekaran, organa Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, hejmar 31, xula sêyem, Hewlêr, 20ê îlona 1998z, r 1.
6- Îxtîtam el-Mu'temer et-Tasi' li-îtîhad telebet Kurdistan bi-intîxab qiyade cedîde, cerîdet Xebat, lîsan hal lil-hizb ed-dîmuqratî el-kurdîstanî - el-mûwehed, el-eded 885, el-cum'e, 31 temûz 1998m, s 1.
7- Întîxab a'da' el-hey'e el-cedîde lil-lecne et-tenfîziye li-îtîhad telebet Kurdistan, cerîdet Xebat, lîsan hal lil-hizb ed-dîmuqratî el-kurdîstanî - el-mûwehed, el-eded 886, el-cum'e, 7 ab, 1998m, s 3; Di keşeke dêmokratîk de desteya nû ya lijneya rêvebir a yekîtiya me hat hilbijartin, rojnameya Xebata Xwendekaran, organa Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê, hejmar 31, xula sêyem, Hewlêr, 20ê îlona 1998z, r 4.
8- Karwan Kadanî, el-mesder es-sabîq s 25.
9- Erfan Ezîz, çavkaniya pêşû, r r 137-145.





