
Lêdana rebaya Girê Biê 1985
Lêdana rebaya Girê Biê çalakiyeke Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bû dijî hêza serbazî ya rejîma Beis, di 28ê Tebaxa 1985ê de hêzeke Pêşmergeyên ser bi Lijneya Navçeya Zaxo ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, êrîş kirin ser binkeya serbazî ya Girê Biê li navçeya Guliya ya devera Badînan, lê ji ber hebûna mînekên zêde li derdora rebayê û teqîna wan bi hejmarek Pêşmergeyan, nekariyan dest deynin ser wê, ziyaneke zêde gihîşt wan di warê Şehîd û birîndaran de, bi wê sedemê dest ji girtina rebayê berdan û termên Şehîd û birîndarên xwe rizgar kirin.










