
Teymiz Arb Qetran
Teymiz Arb Qetran ku bi (Teymiz Silky) tê naskirin, Pêşmerge û hevsengerê Barzanî bû bo Yekîtiya Sovyetê. Di sala 1924an de li gundê Silky ji dayik bûye, di Şoreşa duyema Barzan de têkoşiyaye, yek ji Pêşmergeyên Komara Kurdistanê ya Demokratîk li Mehabadê bûye, beşdarî Şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê bûye, di nava Hêzên Pêşmerge de mansibê fermandeyê fuj û berpirsiyarê komîteya Amediyê ya partiyê girtiye, xwediyê nîşana Barzanî ye, di sala 2014an de li Pirmamê koça dawî kiriye.









