Di 8ê sibata 1963an de, Beisî û neteweperestên ereb bi rêya derbeyeke leşkerî desthilat li Iraqê girtin destê xwe. Ji destpêka derbeyê ve, qala mafê xweseriya Kurdan nehat kirin, belkî ti behsa neteweya Kurd di ti rêzikname an planên siyasî de nebû. Ev yek nîşaneke xeternak û wêneyeke gefxwarî ji bo paşeroja Kurdan bû, ji ber ku ji destpêkê ve diyar bû ku ev derbeyeke leşkerî ya tolhildanê bû, ne guhertina rejîmeke dîktator. Digel vê yekê, serkirdayetiya şoreşa Kurd bi rêya telgrafekê pîrozbahî û Piştevanî li serkirdeyên derbeyê kir. Tevî rawestandina şer û êrîşên leşkerî li dijî Kurdan bo dema nêzîkî sê mehan û destpêkirina danûstandinan, lê Beisiyan bi niyeta çareserkirina pirsgirêkan gav neavêtin, lewma danûstandin dirêj nekirin û Beisiyan êrîşên xwe li ser Kurdistanê ji nû ve dest pê kirin.

Di 2ê gulana 1963an de, fermana giştî ji artêşê derket ku dorpêçeke aborî li ser Kurdistanê were ferzkirin. Piştî demekê kurt, bi taybetî di 1ê hezîrana 1963an de, şer careke din dest pê kir. Yek ji wan şerên ku em dixwazin li vir behs bikin, êrîşa ser gundê Bawe Xoşîn ê nêzîkî Derbendîxanê ye. Piştî ku nûçe gihîşt hêzên Pêşmergeyên Qeredaxê ku Artêşa Iraqê bi mebesta dagirkirina gundê navborî dest bi tevgerê kiriye, wan tavilê dest bi amadekariyên rûbirûbûna êrîşa artêşê kirin.

Di saet 8ê sibê ya roja 4ê tebaxa 1963an de, Artêşa Iraqê êrîşa xwe ji Derbendîxanê dest pê kir. Berî destpêkirina êrîşa bejayî, herêm bi topbarana giran a topan bombebaran kir. Wisa xuya dike ku Pêşmerge bi awayekî amadekarî kiribûn ku rê li ber gihîştina artêşê bo gundên Bawe Xoşîn û Golanê girtin. Dema êrîşa bejayî ya artêşê dest pê kir, şerekî dijwar di navbera wan de derket. Piştî du saetan ji şer û pevçûnan, Artêşa Iraqê bi awayekî têk çû ku neçar ma paşve vekişe bo baregeha Derbendîxanê, ligel ku ziyanên giran dîtin, di demekê de ku ziyanên hêzên Pêşmerge tenê du birîndar bûn.

Çavkanî:

1- Hoşeng Salih Nejar, Şorşî Eylûl le rojname û biławkarew êraqiyekanda 1961– 1976, (Çapxaney Danîşfer- Hewlêr – 2023).

2- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, çapî yekem, (Çapxaney Zankoy Selahedîn- Hewlêr- 2012).

3- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, bergî sêyem, beşî yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapî yekem, (Çapxaney Wezarety Roşnbîrî- Hewlêr- 2004).

4- Xoşewy Elî Kanyelincî, bîrneweyekani Ezîz Qadir Hemed Surçî, çapî yekem, (Çapxaney Danîşfer- Hewlêr- 2023).