Îsa Hakîm Yasîn, sala 1929 li gundê Pêndro, nahîyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor, parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye.
XebatnameLi 22ê Gulanê 1947 yawerîya cenêral Mistefa Barzanî kirîye ber bi Yekîtîya Sovyet û di şerê gelê Kotol (Qetur) û şerê pirdê Makoyê da beşdarî kirîye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, li 18ê Hezîranê 1947 li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtîya Sovyet, ber bi Sovyetê derbaz bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtîya Sovyet, li 19ê Hezîranê 1947 li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikawî dor hatibû girtin, hatin danîn û ji alîyê komek serbazan ve pasewanîya wan dihat kirin û ji rûyê xorak û poşak û hatûçoyê wek dîlên şer muamele li gel wan hatîye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê bi ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Li 10ê Kanûna Yekemê 1947 hatine veguhastin bo serbazgeheke li ser deryaya Xezer li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û li rêkevta 23ê heman mehê da cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan hatîye kirin. Di heman demê da rojane bo maweya çar demjimêran ji alîyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarîya wan hebû, waneyên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatîye gotin.
Piştî muameleya xirab a Ce'fer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî li 29ê Tebaxê 1948 ji Komara Azerbaycanê ve bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî da berdewam dibin.
Li Adarê 1949 li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendiferê bi ser gundên herewezî yên Yekîtîya Sovyet da hatin dabeşkirin û li kîlgehên kolxozan (ew zevîyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji alîyê cenêral Barzanî ve bo Stalîn, dawîyê nameyek digihe destê Stalîn ku tê da Barzanî behsa derdeserîyên hevalên xwe dike û ew jî destbecê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li barûdoxê hevalên Barzanî û dawîyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewra navbirî li meha Çirîya Paşîn a 1951 diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.
Li sala 1958 Komara Îraqê bi serokatîya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî li 16ê Nîsanê 1959 li gel hevalên xwe bi keştiya Grozya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegerîyaye Kurdistanê.
Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kirîye û beşdarîya şerên wan kirîye.
Serçave:1- Hamîd Gewherî, Mîdalya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, bergê yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
2- Hemîd Gerdî, Puxtêy mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr- Dezgeha çap û belavkirina Aras- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2004z).
3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyarîyên sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- Çapxaneya Rojhilat- 2013z).
4- Omer Farûqî, Serdar Dana Jîyan û têkoşînên merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê- 2002z).
5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî- 2001z).
6- Ebdulla Xefûr, Ferhengê cografyayê Hewlêr, (Hewlêr- Belavkirawên Akadîmîya Kurdî- Çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).
7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyên li Mehabadê ve bo Sovyet, çapa yekem, (Silêmanî- Çapxaneya Peywend- 2011z).
8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzanîyan bo Yekîtîya Sovyet, çapa yekem, (Hewlêr- Çapxaneya Rewşenbîrî- 1997z).
9- Leys Ebdulmuhsîn Cewad el-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî el-Îraq, (Bexdad- Dar el-Reşîd lîl-Neşr- 1979m).
10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931- 1958, (Dihok- Çapxaneya Xebat- 1998z).
11- Necef Qulî Pesîyan, Li Mehabadê xwênawî ve heta lîwarekanê Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam- Yûbîlê zêrînê Partiya Dêmokrata Kurdistanê- 1996z).
12- Arşîva Desteya Ensîklopîdîya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





