Şehîd Zerard Ebdulla Nûrî, di Sala 1964 de li qezaya Rewandizê ser bi îdareya serbixwe ya niha ya Soranê ji dayik bûye, xwendewar bûye, xêzandar bû, di roja 7ê tebaxa 1997an de Şehîd hatiye kirin.
Di Sala 1991 de piştî raperîna gelê Başûrê Kurdistanê, peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, di Sala 1995 de di Artêşa Sîdekanê de bûye Pêşmerge û beşdarî şerên devera Sîdekanê kiriye. Di roja 7ê tebaxa 1997an de di şerê bergirîkirin li serweriya yasayê li Geliyê Şêxzade li devera Sîdekanê ji aliyê çekdarên PKKê ve Şehîd hatiye kirin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




