Şehîd Yûsif Mihemed Elî Seraneyî bi navê (Zana) tê naskirin, di sala 1974an de li gundê Seranê yê Dola Akoyan a qezaya Rewandizê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, xwedî malbat bûye û keçeke wî hebûye, heta pola çaran a seretayî xwendiye, di 7ê sibata 1995an de di şerê navxweyî de şehîd bûye.
Di sala 1991ê de peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, heman salê di batalyona Hacî Kerîm Seraneyî ya hêza Zozik a Hêzên Pêşmerge yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bûye Pêşmerge. Beşdarî çendîn şerên bi zorê li ser Partiyê li sînorê Rewandiz û Soranê bûye.
Di 7ê sibata 1995an de di şerê navxweyî de şehîd bûye.
1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




