Şehîd Yûsif Hemed Rezaq, di sala 1941an de li gundê Bêşe li devera Balekayetî ser bi parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundnişîn û mijûlî karê cotyariyê bûye, xwendewar nebûye, jiyana hevjîniyê pêk anî bû.
Sala 1961 peywendî dike bi Şoreşa Eylûlê û dibe Pêşmerge li batalyona Hacî Bêroxî ser bi Hêza Balek, di şerê Zozik de beşdarî kiriye, di sala 1965an de li nêzîkî gundê Sîtkan di dema şerê li dijî kirêgirtiyên rejîma Îraqê de birîndar û tê girtin, paşê tê birin bo lîwaya serbazî ya Artêşa Îraqê ku li Balekiyan bûye û li wir gulebaran tê kirin û Şehîd dibe.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




