Xidir Hemed Umer bi navê Xidir Qelîtanî tê naskirin, di sala 1948an de li gundê Xwakurkê yê ser bi nahiyeya Sîdekan a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, bi karê cotyariyê ve mijûl bûye, xwedî malbat bûye, di roja 19ê tîrmeha 1997an de li devera Sîdekan şehîd bûye.
Di sala 1991ê de piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, di sala 1995an de di Artêşa 6ê ya Leşkeriya Kurdistanê de bûye Pêşmerge, di sala 1996an de bo Hêza 64ê ya Artêşa Sîdekan hatiye veguhestin. Di hemû şerên parastina serweriya yasayê li devera Balekayetî û Sîdekan beşdarî kiriye.
Di roja 19ê tîrmeha 1997an de li çiyayê Robî û Rwal di şerê parastina serweriya yasayê de bi destê çekdarên PKKê şehîd bûye.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




