Jînenîgarî: 

Xidir Îsa Dolemerî di sala 1927an de li gundê “Giskê” ku beşek ji Hewlêrê bû, hatiye dinê. Piştî têkçûna şoreşa yekem a Barzanî, Şêx Ehmedê Barzanî ligel gelek malbatên Barzanî ber bi Kurdistana bakur ve çûn. Xidir ligel malbata xwe di sala 1932an de koçî Komara Tirkiyeyê kir. Lêbelê, dema ku Tirkiye Şêx Ehmedê Barzanî radestî Îraqê dike, malbata Xidir ligel piraniya malbatên Barzanî vedigerin Kurdistana başûr. 

Xidir Îsa li Yekîtiya Sovyetê xwendiye û di sala 1954an de bawernameya xwe ya lîsansê di warê çandiniyê de li Zanîngeha “Taşkent”ê wergirtiye. Di sala 1959an de bûye karmendê ofîsa çandiniyê ya Hewlêrê. Wekî din, ji ber beşdariya xwe ya di şoreşa “Îlonê” de, neçar dimîne ku dev ji karê xwe berde; lêbelê, di sala 1970yî de vedigere karê xwe yê berê. Xidir bi zimanên Kurdî, Erebî û Rûsî dizanibû. Ew di 7ê Hezîrana 2005an de li nexweşxaneyeke bajarê Tehranê çûye ser dilovaniya xwe û Xidir li gundê “Giskê” hatiye veşartin. 

:Tomara Xizmetê 

Piştî têkçûna şoreşa duyem a Barzanî di 11ê Cotmeha 1945an de, Xidir diçe Kurdistana rojhilat. Her wiha, di 31ê Adara 1946an de tevlî refên artêşa Barzanî ya li Komara Kurdistanê dibe. Wekî din, di 29ê Nîsana heman salê de, ew di şerê “Qerew”ê yê li Seqizê de şer dike. Xidir di sala 1947an de beşdarî şerên “Şino” û “Nexede”yê jî bûye. Her wiha, ew yek ji wan pêşmergeyan bû ku di 19/4/1947an de bi rêya “Xwakurk û Deşta Barazgir”ê li ser axa Kurdistana bakur derbas bûn da ku vegerin “Şêrwan” û “Mizûrî”. Piştî vegera wan, General Mistefa Barzanî di 15/5/1947an de li gundê “Erguş”ê civîneke ligel hevalên xwe saz kir û azadî da wan ku bîryar bidin ka bimînin an biçin Yekîtiya Sovyetê. Di civînê de, her kes biryar dide ku derkevin û biçin Yekîtiya Sovyetê. Di 23yê Gulanê ya sala 1947an de, Xidir ligel General Mistefa diçe Yekîtiya Sovyetê û di şerên “Geliyê Qetûr” û pira “Mako”yê de şer dike. Piştî gelek zehmetiyan, di 18ê Hezîrana 1947an de, Xidir piştî derbaskirina Çemê Arasê ku di navbera sînorên Îran û Yekîtiya Sovyetê de bû, karîbû biçe Yekîtiya Sovyetê.

Piştî gihîştina wan a Yekîtiya Sovyetê di 19ê Hezîrana 1947an de li bajarê “Naxçivan”ê yê Komara Azerbaycanê, hemû heval di civakeke ku bi têlên dirî dorpêçkirî bû de hatin bicihkirin. Ew ji aliyê leşkeran ve dihatin şopandin û dema ku mijar dibû xwarin û cilûberg, wekî dîlgirtiyên şer bi wan re dihat kirin. Piştre, hikûmeta Sovyetê biryar da ku heval divê li cihên “Axdam”, “Laçîn”, “Eyulax” û “Kelbajar” ên Komara Azerbaycanê werin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna 1947an de, ew birin kampeke leşkerî ya li ser gola “Xezer”ê ya li paytexta Komara Kurdistanê, “Bakû”. Di 23yê heman mehê de, cilên leşkerî dan wan û rojane 8 saetan ji aliyê efserên komarê ve hatin perwerdekirin. Ji bilî vê, hin hevalên ku bi Kurdî dizanibûn, rojane 4 saetan ziman hîn dikirin. 

Piştî reftarên xerab ên “Cefer Baqirov” ligel hevalan, di 29ê Tebaxa 1949an de, Barzanî biryar dide ku kampa xwe ya leşkerî ji komara Kurdistanê veguhezîne civakeke “Çirçûk”ê ya nêzîkî bajarê “Taşkent”ê ku paytexta Ûzbêkistanê bû; li wir wan pratîkên xwe yên leşkerî berdewam kirin. 

Di Adara 1949an de, heval li gundên Yekîtiya Sovyetê û zeviyan (ku sivîlan ew ji hikûmetan kirê dikirin û paşê didan wan) hatin dabeşkirin. Hevalan li van cihan kar dikirin. 

Piştî şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an a li Îraqê û vegera General Mistefa Barzanî di 25ê Sibata 1959an de, Barzanî û hevalên wî ji aliyê hikûmetê ve efûyeke giştî wergirtin.  

Ji ber avakirina Komara Îraqê di sala 1958an de ji aliyê Ebdulkerîm Qasim ve, Xidir ligel hevalên xwe bi keştiya “Grozya”yê di rêya bendera “Besra”yê de di 16ê Nîsana 1959an de vegeriyan Kurdistanê.

Xidir di şoreşa “Îlonê” ya sala 1961ê de beşdar bû. Her wiha, Xidir beşdarî şerên “Şûş” (1961), “Şermnay” (1961), “Barzan” (1963), “Bley” (1963), “Pirs” (1963) û “Sariya Akrê” (1963) bûye. 

Di sala 1974an de, Xidir çû “Akrê”yê û di şerê “Hesen Beg” de şer kir. Piştre, ji ber têkçûna şoreşa “Îlonê”, koçî Îranê kir û li bajarê Kirmaşanê bi cih bû. Paşê Xidir beşdarî şoreşa “Gulan” û şerên “Lolan”, “Deşta Barazgir”, “Akrê” û “Şêxanî” bû. Her wiha, ew beşdarî şerên “Xwakurk” û “Xardan”ê bûye. Di sala 1991ê de di raperînê û “Destana Korê”yê de şer kir. Wekî din, di sala 1996an de Xidir bû endamê komîteyê li “Dolemerî”.

Di 12yemîn kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, Xidir ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve ji bo wêrekî û beşdariya wî ya di şoreş û şerên ji bo azadiya Kurdistanê de, medalyaya Barzanî wergirt.  

 

Çavkanî:

  1. حامید گه‌وهه‌ری، میدالیای بارزانی به‌رزترین خه‌ڵاتی ڕێزلێنان، به‌رگی یه‌كه‌م، (هه‌ولێر - چاپخانه‌ی حاجی هاشم - 2015ز).

  2. حه‌مید گه‌ردی، پوخته‌ی مێژوونامه‌، چاپی یه‌كه‌م، (هه‌ولێر - ده‌زگای چاپ و بڵاوكردنه‌وه‌ی ئاراس - چاپخانه‌ی وه‌زاره‌تی په‌روه‌رده ‌- 2004ز).

  3. ژیاننامه‌ی شه‌هیدی سه‌ركرده‌ خدر عیسا دۆله‌مه‌ری، گۆڤاری ده‌نگی پێشمه‌رگه‌، ئۆرگانی مه‌كته‌بی رێكخستنی پێشمه‌رگه‌، ژماره‌ 88، پیرمام، چاپخانه‌ی رۆشنبیری، ته‌مووزی 2005ز.

  4. شه‌عبان عه‌لی شه‌عبان، هه‌ندێك زانیاری سیاسی و مێژوویی، چاپی سێیه‌م، (هه‌ولێر - چاپخانه‌ی رۆژهه‌ڵات - 2013ز).

  5. شه‌وكه‌ت شێخ یه‌زدین، یۆبیلی زێڕینی پێشمه‌رگه‌، (پیرمام - چاپخانه‌ خه‌بات - 1996ز).

  6. Salih Yusif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê duyê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).

  7. Salih Yusif Sofî, Kronolojiya Kurdistanê û Cîhanê, çapa yekê, bergê sê, (Duhok - Çapxaneya Parêzgeha Duhokê - 2013z).

  8. Umer Farûqî, Serdar Dana Jiyan û Têkoşînên Rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).

  9. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931-1991ê de, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîriyê - 2001z).

  10. Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê ber bi Sovyetê ve, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).

  11. Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, în, 15ê nîsana 1959an.

  12. Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zajo de, 62 roj ligel Barzanî, çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997z).

  13. Leys Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Iraqê, (Bexda - Darulreşîd lilneşr - 1979m).

  14. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizava Rizgariya Kurdistanê 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z).

  15. Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizava Rizgariya Kurdistanê 1961-1975, bergê sêyem, beşa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).

  16. Miqdad Şaswar, Pêşmergeyê dêrîn Xidir Îsa bawer dike ku ji hemû cureyên çekan bihêztir e, Govara Dengê Pêşmerge, organa Mekteba Rêkxistina Pêşmerge, hejmar 34, Pîrmam, Çapxaneya Rewşenbîriyê, çiriya pêşîna 2000z.

  17. Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta beravên Arasê, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîla Zêrîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê - 1996z).

  18. A.D.A., pelgeya hejmar AI-10, lîsteya hevalên Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê, belge ji aliyê Segvan Halo ve hatiye pêşkêşkirin, 2016z.

  19. A.D.A., pelgeya hejmar AN-87, belgeya hevalê Barzanî Xidir Îsa Xidir, ji aliyê Xoşewî Xidir ve hatiye pêşkêşkirin, Pîrmam, 18ê kanûna paşîna 2020z.

  20. A.D.A., pelgeya hejmar HB-119, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Baregeha Barzanî, Lijneya Bilind a Navçeya Barzan, forma Xidir Îsa Xidir, Pîrmam, 1ê çiriya paşîna 2018z.

  21. A.D.A., pelgeya hejmar ZB-180, deqa hevpeyvîna ligel Xoşewî Xidir Îsa ji aliyê Nezîre Mêrgesorî ve, Pîrmam, 18ê kanûna paşîna 2020z.