Jiyanname

Xelîl Avêdorî, sala 1900î li gundê Avêdorê ser bi nahiyeya Barzan li qezaya Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, li Yekîtiya Sovyetê di beşa çandiniyê ya peymangeha çandiniyê de xwendiye, her li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevserî pêk aniye, zimanê kurdî, erebî û rûsî zaniye, kurekî bi navê Mistefa Xelîl hebûye ku di sala 1965an de ji dayik bûbû, di sala 1983an de şûnbizirkirî ye.

Xebatname

Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de û piştî nesko ya şoreşa duyem a Barzan, li gel Mistefa Barzanî û hevalan derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî li komarê kiriye û di şerên bereya Seqizê de beşdarî kiriye.

Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistanê Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jenerał Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalan re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamî û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jenerał Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê ya Komara Azerbaycanê ji bo heyama çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji rûyê xurek û cilûberg û hatûçûnê wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Paşê li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhestin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêrên meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane ji bo heyama çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezîne komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalan bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li kîlgeha kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û paşê beşa hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina gelek nameyan ji aliyê jenerał Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide ji bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewra navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jenerał Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gor her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, xwe û hevalên xwe ber lêborîna giştî ketine.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalan bi keştiya Grozya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. 

Serçavên:
  1. Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê mêjûname, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha çap û belavkirina Aras - çapxaneya wezareta perwerde - 2004z).
  3. Rêkarî Mizûrî, Jînên ros û raguhastin û enfal û komelkujî, çapa yekê, (Hewlêr – çapxaneya Minare - 2010z).
  4. Rêkarê Mizûrî, Serborên trajîdiyayên barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - çapxaneya Hacî Haşim - 2013z).
  5. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan li navbera 1931-1991, çapa yekê, (Hewlêr - çapxaneya wezareta rewşenbîrî - 2001z).
  6. Umer Hemze Salih, Cînosayd û tawanên rejîma Beis dijî barzaniyan 1975-1991 li zimanê şayîdhal û belgeyên ve, çapa yekê, (Hewlêr - çapxaneya Rojhilat - 2017z).
  7. Li bîranîna fermandeyê şehîd Hesoyê Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - çapxaneya rewşenbîrî - 1997z).
  8. Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewra 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexdad - Dar El-Reşîd lîl-neşr - 1979m).
  9. Mihemed Salih Pêndroyî (Cegersoz), Jiyana keltûrî û civakî ya devera Mizûrî Bala, (Hewlêr – çapxaneya Rojhilat - 2020z).
  10. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweya rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Dihok - çapxaneya Xebat - 1998z).
  11. Necef Qulî Psîyan, Li Mehabada xwînawî ve heta lîwarekên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlî zêrînî Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z)
  12.