Jînenîgarî

Xalid Esed Ezîz Xusên, di sala 1932an de li gundê Espîndareyê yê ser bi nahiya Hîranê ji dayik bûye, heta nesko (şikestin) ya şoreşê sala 1975an her li gundê Hîranê niştecî bûye, lê piştî neskoyê ji bo demekê kêm diçe gundê Wertê û li wir niştecî dibe, di destpêka hilgirsiya Şoreşa Gulanê ya pêşketinxwaz careke din malê vediguhêze bajarê Şeqlaweyê, heta qonaxa seretayî xwendiye, di dema girtina wan de ji aliyê rejîmê ve kurekî wî bi navê Necat ligel wî hatiye girtin û her ligel wî hatiye sêdaredan, xêzandar bûye, du hevserên wî hebûne bi navên Rehme Elî û Helîme Hacî, xwedî sê kur bûye bi navên Necat, Selam û Rehman, ligel pênc keçan bi navên Fexriye, Sebriye, Behiye, Pîroz û Kewser.

Xebatname

Xalid Esed ligel birayê xwe bi navê Reşîd Esed çekdarên mala Cebar Axa bûne, sala 1966an ligel çil çekdarên din ên mala axayê xwe plana bûna Pêşmerge datînin û şevekê her çil bi xwe û çekên xwe ve berê xwe didin çiyayê Sefîn û diçin cem Resûl Feqê û dibin Pêşmerge di batalyona sê de bi fermandariya Kakil Wahîd, ser bi hêza Sefîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Piştî çend heftiyan Xalid Esed pileya serdesteyî werdigire, çalakane beşdarî çalakiyên hêza xwe dibe û sala 1966an pileya serpel li heman hêzê werdigire. Berdewam dibe heta neskoya sala 1975an, piştî neskoya şoreşê diçe gundê Wertê û li wir niştecî dibe, sala 1980yî û ligel hilgirsiya Şoreşa Gulanê vedigere şarokeya Şeqlaweyê û li wir niştecî dibe.

Piştî hilgirsiya Şoreşa Gulanê peywendî ligel lijneya navçeya Şeqlaweyê çêdike, wê demê Mela Xerîb berpirsiyarê navçeyê bûye, pileya kadroyê navçeyê wergirtiye û berpirsiyar bûye ji karê rêkxistina veşartî li devera gundê Espîndareyê û şaneyên veşartî yên wê deverê, di heman demê de serperiştiya çend çalakiyên partîzanî dike li şarokeya Şeqlaweyê û derdora wê.

Sala 1988an Xalid ligel heft kadroyên hevsenger diçin gundê Espîndareyê ji bo civînê ligel çend şaneyên veşartî û gihandina peyama siyasî ya Partî û komkirina pêdiviyên taybet ên Pêşmerge, her di wê çalakiyê de Xalid ligel heft kadroyên lijneya navçe û rêkxistinên sînorê lijneya navçeya xwe li wê deverê dikevin kemîna serbazên rejîma Beis û tên girtin, piştî du mehan Xalid Esed û heft hevsengerên wî li emniya Hewlêrê tên sêdaredan û ew Şehîd beşek in ji wan Şehîdan ên ku gorên wan nediyar in.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.