Jînenîgarî

Şehîd Teyib Akreyî di sala 1953an de li bajarê Akrê hatiye dinyayê, di sala 1959an de dest bi xwendinê kiriye û xwendina seretayî li bajarê Akrê û navendî û amadeyî li bajarê Zaxo temam kiriye, di sala 1975an de piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê dibe, xwediyê çar keçan bûye.

Xebatname

 Di destpêka sala 1970yî de peywendî bi rêkxistinên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê re dike, bi sedema jêhatîbûn û çalakiyên xwe di navbera salên (1972-1974) de dibe berpirsê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê li bajarê Zaxo, sala 1974an de ku şer dest pê kiriye diçe nav rêzên Şoreşa Eylûlê, sala 1975an de piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê dibe û di heman salê de li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Şahê Îranê ve radestî rejîma Be's a Îraqê tê kirin, lê xwe ji destê rejîma Be's rizgar dike û vedigere welatê Îranê û li bajarê Refsencanê niştecih dibe. Sala 1979an de dibe berpirsê rêkxistina Partî li bajarê Refsencanê, piştî serketina şoreşa Îranê vedigere Rojhilatê Kurdistanê û li kampa Zêwe niştecih dibe, her di sala 1979an de dibe endamê Kongreya 9 a Partiya Dêmokrata Kurdistanê (1979) û dibe berpirsê Lîjneya Navçeya Azadî, di 16ê kanûna duyem a 1981ê de ji bo cara duyem wek berpirsê Lîjneya Navçeya Azadî tê hilbijartin, beşdarî çalakiyên şoreşgerî di hemû tevgerên mefreza Pêşmerge de li navçeyê dibe û roleke karîger hebûye, ji bilî kar û erka partîtî, rêveberê kampa Zêwe bûye, di 27ê tîrmeha 1983an de di dema çûna bo baregeha Mekteba Siyasî de li nêzî gundê Ražan şehîd dibe û li kampa Zêwe tê veşartin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.