Sala 1915 li gundê Barzanî ser bi nahiyeya Barzan li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, di dîroka 21ê hezîrana 1932an de ligel malbata xwe awareyî Komara Tirkiyeyê bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bûye û navê hevjîna wî Buk Eyiş Hesen Ferz bûye û du keç û kurek wan hebûne bi navên Zehra, Zekiye û Xalid, şarezayî di her du zimanên kurdî û rûsî de hebûye, sala 1968an li gundê Barzan koça dawî kiriye û li wir hatiye veşartin. Di 31ê tîrmeha 1983an de di operasyona Enfalê ya Barzaniyan de ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li komelgeha Quştepe kurê wî bi navê Xalid hatiye windakirin.
XebatnameSilêman Şerîf Mela Hesen sala 1943an peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û di şeran de beşdar bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha urfî ya serbazî ya Îraqê dest bi ser gişt milk û malên wî yên veguhêz û neveguhêz de hatiye girtin. Piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîna 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Dêmokrata Kurdistanê de bûye pêşmerge û di şerên bereya Seqizê li Komara Dêmokrata Kurdistanê de beşdar bûye.
Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê bi axa Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegerandina wan, jeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê çiriya pêşîna 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîna 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegerandina jeneral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên wî ketine ber lêborîna giştî.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Sala 1961ê beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û di şeran de beşdar bûye û di xebatê de berdewam bûye heta koça dawî kiriye.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
-
Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekê, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z).
-
Rêkarê Mizûrî, Serborên Trajîdiyayên Barzaniyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Hacî Haşim - 2013z).
-
Şeban Elî Şeban, Hinek Zanîyari Siyasî û Mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
-
Umer Farûqî, Serdarê Dana Jiyan û Têkoşînên Merhûm Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z).
-
Umer Hemze Salih, Jînosaîd û Tawanên Rejîma Beis Dijî Barzaniyan 1975 - 1991 li Zimanê Şayîdhal û Belgenameyan, çapa yekê, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2017z).
-
Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan li Mehabadê ve bo Sovyetê, çapa yekê, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
-
Li bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 Roj Ligel Barzanî da Çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekê (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
-
Lês Ebdulmuhsên Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Darulreşîd bo Weşanê - 1979m).
-
Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
-
Necef Qulî Pisyan, Li Mehabada Xwînawî ve heta Lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekê, (Pîrmam - Yûbîlê Zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).





