Silêman Ehmed Îsmaîl Umer Dolemerî, sala 1953 li gundê Xera yê ser bi qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 1967 di temenê 14 saliyê de peywendî bi hêza Pêşmergeyê şoreşa Îlonê kiriye û li gel Uzêr Dolemerî bûye pêşmerge û li Dîlman bo maweya sê salan xizmeta pêşmergeyan kiriye.
Piştî îmzekirina rêkeftina 11ê Adara sala 1970 ji Dîlmanê ve hatiye veguhastin bo Qesrê û li wir beşdarî xula bikaranîna doşkeyê bûye, sala 1974 dema şerê Artêşa Iraqê li dijî şoreşê dest pê kir, li gel Umer Aẍayê Dolemerî di yekeya doşkeya şoreşê de bûye û li ser doşkeya şoreşê berevanî li xaka Kurdistanê kiriye.
Sala 1975 piştî nesko ya şoreşa Îlonê awareyê welatê Îranê bûye, sereta li Neẍede û paşê çûye kampa Zêwe û li wir niştecî bûye, paşê sereta ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatiye veguhastin bo Cehrom û piştî du salan şandine Lahîcan, piştî du salan mayîn li Lahîcan li ser daxwaza xwe çûye bajarê Qezwîn ji ber ku mala birayê wî li wir bûye.
Sala 1979 dema rejîma şahnişînî li Îranê rûxiya, Silêman Ehmed û Reşîdê birayê wî bi hev re peywendî bi rêzên şoreşê kirine û bi şêweyê mefrezeyan vegeriyane Başûrê Kurdistanê bo encamdana çalakiyên serbazî li dijî Artêşa Iraqê. Di têkoşînekê de li gel Artêşa Iraqê heman sal Reşîdê birayê wî li Kendê yê nahyeya Dîyana şehîd dibe.
Sala 1980 li gel Îdrîs Barzanî û Şêx Mihemed Xalid ji Zêwe çûye deşta Berazgir a li sînorê nahyeya Sîdekan, piştî encamdana geştê û beser-kirina hêza Pêşmergeyê Barzan li deverê bo kampa Zêwe vegeriyaye. Heman sal piştî vegerîna xwe li Rajan a Rojhilatê Kurdistanê beşdarî xuleke bikaranîna topa 57 mîlîmetrî bûye, piştî temambûna xulê li gel Uzêr Dolemerî çûye Başûrê Kurdistanê, çend çalakiyên wan li dijî pêgehên Artêşa Iraqê li Gorê Gomê û pira Lîlok û Geroyê Sarkê li qezaya Mêrgesor encam dane. Heman sal bi fermandeyiya Ehmed Seîd Spîndarî beşdarî şerê mezin ê Mêrgesorê bûye.
Sala 1988 beşdarî şerê Qebirê Zahîr ê destana Xwakurkê li sêgoşeya sînorê Rojhilat û Başûr û Bakurê Kurdistanê bûye, piştî encamdana hemleya Enfal û kîmyabaranê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve li dijî xelkê sivîl ê Kurdistanê, vegeriyaye bo Rojhilatê Kurdistanê.
Sala 1991 piştî raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê vegeriyaye û li gundê Şêxan ê ser bi qezaya Mêrgesor niştecî bûye, sala 1994 hatiye kirin bi cîgirê hêza 100 a Artêşa Barzan, çar caran di şerên berevanîkirina li xaka Kurdistanê de birîndar bûye wek şerê Geliyê Sor ê devera Dolemeriyan sala 1980, sala 1995 şerê Spîlk, sala 1996 şerê Gome-span, sala 1997 şerê Şekrok.
Roja 15ê Kanûna Yekem a sala 2010 di Kongreya sêzdehemîn de, ji ber xizmet û çalakiyên xwe ji aliyê serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê





