Silêman Hadê Dîwalî, nasnavê wî Silêman Hadê Dolemerî ye, sala 1917an li gundê Bokranê yê nahiyeya Meznê ya qezaya Mêrgesorê ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, ji ber nebûna dibistanê li gundê wan neçûye ber xwendinê, xêzandar bûye, sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyî welatê Îranê bûye û li bajarê Kerecê niştecî bûye, sala 1991an piştî raperîna cemawerî ya Kurdistanê malbata wî vegeriyane başûrê Kurdistanê. Di roja 17ê Gulanê 2012an de li yek ji nexweşxaneyên bajarê Enqereyê yê paytextê welatê Tirkiyeyê koça dawî kiriye û termê wî hatiye vegerandin bo başûrê Kurdistanê û li zêdê xwe hatiye veşartin.
Sala 1943an tevlî rêzên Pêşmergeyên şoreşa duyem a Barzan bûye, beşdarî çekdarkirina binkeya polîsên Şanedêr, newala Važê, Meznê û Şêrwan Meznê bûye, sala 1945an beşdarî şerê Meydan Morikê bûye, di 11ê Çiriya Pêşîn a sala 1945an de ligel Barzanî çûye rojhilatê Kurdistanê û beşdarî di parastina Komara Demokratî ya Kurdistanê li Mehabadê kiriye, beşdarî şerên bereya Sera û şerê Qerawê bûye.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê bi sedema nexweşiya bavê xwe ligel Barzanî yê nemir neçûye Sovyetê û vegeriyaye başûrê Kurdistanê, maweyek li deşta Diyana li zeviyeke tîldirkirî hatiye bendkirin û piştre vegeriyaye gundê xwe.
Sala 1961an di destpêka hilgirsiya Şoreşa Eylûlê li dijî hikûmeta Îraqê, Silêman Hadê tevlî rêzên hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê bûye, beşdarî şerên Mirîba, Geliyê Zawîte û Sersingê bûye. Piştî paqijkirina devera Badînanê ji hêzên Artêşa Iraqê, Silêman Hadê ligel Barzanî yê nemir derbasî devera Soranê bûye û beşdarî şerê Maxubiznanê li devera Qeladizê bûye. Sala 1963an gava Artêşa Iraqê pelamarî serê Akrê û Pêrsî da, careke din ligel Barzanî vegeriyaye Barzan û beşdarî şerê serê Pêrsî bûye.
Silêman Hadê Dîwalî Dolemerî ji sala 1963an heta 1975an pasevanê baregeha Barzanî yê nemir bûye, di 31ê 1979an de azarê ligel Îdrîs Barzanî bûye, sala 1983an çavê xwe yê çepê ji dest daye. Di 31ê Çileya 1987an de ligel Nêçîrvan Barzanî bûye, sala 1991an ligel Nêçîrvan Barzanî vegeriyaye başûrê Kurdistanê û beşdarî raperîna cemawerî ya Kurdistanê ya li dijî hikûmeta Îraqê bûye. Sala 1993an hatiye kirin berpirsiyarê lijneya civakî ya Dolemeriyan.
Di 16ê Tebaxa 1996an de di yubîla zêrîn a Partiya Demokrat a Kurdistanê de, bi sedema wan xizmetên ku kirine, ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn.
Çavkanî:1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.





