Seîd Îsmaîl Ehmed Spîndarî, sala 1921 li gundê Spîndar li devera Berwarî Jêrî ser bi qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ji dayik bûye, xwedî malbat bûye, sala 1975 piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û li bajarê Pîranşarê niştecî bûye, paşê hatiye veguhestin bo bajarê Neqede û ji wir jî bo bajarê Arakê. Di 31ê Gulanê 2001ê de koça dawî kiriye. 

Sala 1958 peywendî bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û li hêza Dihokê bûye Pêşmerge, paşê hatiye kirin bi serpel, di şerên Serê Geverkê, Pîrozawa, Mîrsîda û Çiyayê Pankê de beşdarî kiriye. Sala 1963 di şerên Serê Etruş û Geliyê Qêrkê de beşdarî kiriye, di heman salê de dema hêzên Îraqê xwestin devera Barzan dagîr bikin di şerên Serê Akrê, Şoş û Şermîn û Bêcîl de beşdarî kiriye, sala 1967 di şerên Serê Spîndarê, Dizûbêdîla, Bûzûxursa û Pirdê Sîda de beşdarî kiriye.

Sala 1970 piştî rêkeftina 11ê Adarê, bûye pasewanê sînor li parêzgeha Dihokê. Sala 1970 piştî hilgirsandina şer ji aliyê artêşa rejîma Îraqê dijî gelê Kurd, peywendî bi rêzên Pêşmerge kiriye û li bereya şerê Gerûyê Umer Axa û Sertîz bûye û di şerê Çiyayê Hesen Beg de beşdarî kiriye.

Sala 1979 piştî rûxana rejîma padîşahî li Îranê, vegeriyaye bo bajarê Neqede li Rojhilatê Kurdistanê û peywendî bi hêza Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye, sala 1980 ligel Îdrîs Barzanî û Şêx Mihemed Xalid çûye bo Geliyê Gostê û Ketinê li navçeya Mêrgesor û piştî 7 meh manê paşê vegeriyaye bo Zêwê li Rojhilatê Kurdistanê. Sala 1982 hatiye kirin bi berpirsiyarê beşek ji pasewanên Mekteba Siyasî ya Partiyê li Rajan, sala 1987 hatiye veguhestin bo sînorê lîqa 3 û 4ê Partiyê li navçeya Pêncwênê ku Îzedîn Berwarî berpirsiyarê wê bûye û li navçeyên Gotî, Şarbajêr û gundê Goxlan maye.

Sala 1988 di Dastana Xwakurkê beşdarî kiriye û di heman salê de û piştî şalawe bednavê Enfalê û kîmyabaran kirina devera Badînan, navbirî careke din vegeriyaye bo Rajan. Sala 1991 berî raperîna Başûrê Kurdistanê, navbirî ligel mefrezeya Elî Îbrahîm hatiye Hacî Umran û ji wir ve bo encamdana erka partayetî çûye Bêxme û paşê bo Dihok û Şêxan, sala 1991 pileya endamê lijneya navçeya Şêxan ser bi lîqa 1ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê wergirtiye, sala 1991 piştî raperîna cemawerî ya Başûrê Kurdistanê bi yekcarî vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û erka cîgirê fermandeyê hêzê jê re hatiye spartin, sala 1997 hatiye kirin bi endamê Dezgeha Eylûlê.

Di 16ê Tebaxa 1996an de yubîlê zêrîn ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi sedema xizmetên wî ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî jê re hatiye bexşîn. 

Çavkanî: 

1- Arşîva desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.