Jînenîgarî

Şehîd Selam Kamil Mehmûd, sala 1962 li gundê Alûzer ser bi nahiyeya Nalparêz ji dayik bûye, di malbateke şoreşgêr û kurdperwer de hatiye perwerdekirin, bavê wî Pêşmergeyê her du Şoreşa Eylûlê û Şoreşa Gulanê bûye, qonaxa xwendina seretayî li gundê Alûzer xwendiye, ji bo qonaxa navendî û amadeyî çûye Pêncwênê, paşê ji bo xwendina amadeyiya pîşeyî çûye bajarê Silêmaniyê û di sala 1981ê de ev qonax bi serkeftî bi dawî aniye. Çend meh berî şehîdbûna xwe ligel keçmamê xwe elqeya dezgirtîtiyê guhertiye û ew nîşan kiriye, lê berî zewacê şehîd bûye.

Xebatname

Şehîd Selam Kamil Mehmûd, sala 1979 peywendî bi Şêx Hememînê Zerger re kiriye û grûpek ji xizmên xwe çêkirine wek şaneya nihênî karê rêkxistinî li Pêncwênê kirine ku rasterast peywendiya wan ligel kak Nadir Hewramî û serkirdatiyê hebûye .

Sala 1982 piştî temamkirina xwendinê ji ber ku ji aliyê emniya bajarê Silêmaniyê ve çavdêrî li ser hatiye kirin û guman li ser hebûye bajar cî hiştiye, bi rêya Ebdulla Axa peywendî bi Şoreşa Gulanê kiriye, bûye Pêşmerge li navçeya Kanî Îskan. Di wê maweya ku li navçeyê bûne çendîn çalakiyên partîzanî encam dabûn, paşê vegeriyabûn devera Şarbajêr.

Sala (1982-1983) pileyên endamê rêkxistî û paşê kargêrê lijneya rêkxistinî û paşê pileya berpirsiyarê lijneya rêkxistinî û endamê lijneya navçeyê wergirtiye .

Sala 1984 lijneyek ji Mekteba Siyasî ya Partiyê ku pêkhatibûn ji doktor Roj Nûrî Şawês û Ferensoyê Herîrî diçin devera Çale Xezêne û devera Şarbajêr ji bo dubare darêjtaneweya heykeliyeta hizbî ya wê deverê, di vê guhertinê de, Şehîd Selam Kamil pileya kargêrê lijneya navçeyê û serperiştiyarê beşa darayî û serbazî ya lijneya navçeya Pêncwênê werdigire .

Sala 1985 ligel mefrezeyeke Pêşmerge diçin gundê Moriyas li devera Berzince, lê berî gihîştina wan nûçe ji wan re tê dayîn, ji aliyê caşên navçeyê ve kemîn ji wan re tê danîn, tûşî şerekî giran dibin, şerê dest bi dest ligel caşan dikin, di wî şerî de Şehîd Selam Kamil bi dijwarî birîndar dibe û bi lez wî vediguhêzin gundê Girêzeyê yê devera Şarezûr û li mala Şêx Cebarê Girêzeyî çend rojan birînên wî tên derman kirin, paşê ji aliyê birayek û apbrayekî wî ve tê veguhestin bo Çale Xezêne û piştî çend rojan bo welatê Îranê tê şandin ji bo çareseriyê, piştî wergirtina çareseriyê zû vegeriyaye ser erka Pêşmergatiya xwe.

 Yek ji wan Pêşmergeyan bûye ku ligel hemû mefrezeyên partîzanî yên Pêşmerge hatiye nav bajarê Silêmaniyê, sala 1983 yek ji wan Pêşmergeyan bûye ku şev diçin nav bajarê Silêmaniyê û bi çekê (Arpêçî) li peymangeha Azadî didin.

Sala 1987 li çiyayê Qeredaxê li ser erk dibe, lê ji ber ku tûşî nexweşiya gurçikan dibe, dixwaze biçe welatê Îranê ji bo wergirtina çareseriyê, lê gava digihîje Goxlanê nûçeya wê yekê pê digihîje ku li Ehmedawa şer di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa rejîmê de çêbûye, lewma ji bo alîkariya Pêşmerge vedigere û beşdariya şer dike, di 8ê Tebaxa 1987an de ji bo ku bikarin şikestê bi artêşa Îraqê bînin, ligel pênc Pêşmergeyên din hewla girtina Mile Qondere li pişt çiyayê Sûrên didin, bi wê yekê ku ew cih cihêkî stratejîk bûye, bandora wê li ser yeklakirina şerî bi qazancê Hêzên Pêşmerge hebûye, lewma di dema êrîşkirin bo ser cihê de tûşî bergiriya dijwar dibin ji aliyê serbazên rejîmê, her çend cih digirin, lê fermandeyê mefrezeyê bi navê Serdar Hacî Huseyn şehîd dibe û Şehîd Selam û her sê Pêşmergeyên din jî birîndar dibin, Şehîd Selam fîşek li serê wî dikeve, lewma birîna wî dijwar dibe, lewma berî veguhestina wî bo welatê Îranê ji bo mebesta çareseriyê can ji dest dide û şehîd dibe, hewl tê dayîn termê wî vegerînin bajarê Silêmaniyê, lê ji ber rêgiriya hikûmetê nikarin vegerînin, di dawiyê de li Goxlanê ya bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi xakê dispêrin.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.