Jînenîgarî

Salih Tehsîn Kerîm Marif, sala 1963an li nahiyeya Xurmalê ya ser bi parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, rûniştvanê Xurmalê bûye û mijûlî karê cotyarî û kesabetiya nav bazarê bûye. Heta qonaxa seretayî xwendiye, sala 1985an Şehîd bûne.

Xebatname

Şehîd Salih Tehsîn, sala 1983an bûye endam di şaneya nihênî ya rêxistina Xurmalê ya ser bi Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê ya lîqa çarem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê.

Sala 1984an bûye Pêşmerge di mefrezeya Umer Xemgîn yê ser bi hêza Surên a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Mela Umer fermandeyê hêzê bûye.

Sala 1985an Salih Tehsîn û çar hevsengerên xwe bi navên Umer Xemgîn, Xazî Banîşarî, Umer Balaberz, Husên bi fermandeyiya Umer Xemgîn, çûne nav Xurmalê ji bo encamdana çalakiyekê û civînekê li gel şaneya nihênî ya hêza xwe li nav Xurmalê, piştî temamkirina çalakiyê çûne mecmuaya Xurmalê, lê ketine kemîna cahşekî rejîma Beis û Salih Tehsîn Şehîd bûne û Umer Xemgîn bi giranî birîndar bûye.

Çavkanî:

Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.