Jînenîgarî

Umer Qadir Nadir Xolî nasraw bi Umer Balaberz, sala 1969an li gundê Amûreyê yê ser bi nahiyeya Xurmal ji dayik bûye, nişteciyê Xurmal bûye û asta wî ya xwendinê seretayî bûye, Umer Balaberz zewicî bûye û navê hevjîna wî Pexşan Elî ye û xwediyê du keçan bûye bi navên Dimen û Peyman, sala 1991ê şehîd bûne.

Xebatname

Umer Qadir nasraw bi Umer Balaberz, sala 1981ê bûye Pêşmerge li rêxistina Kerecalê ya ser bi Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê ya Lqa Çaran a Partiya Dêmokrata Kurdistanê, ku di wê demê de Umer Xemgîn berpirsiyarê rêxistinê bûye, pileya fermandeyê mefrezeya seretayî ya mefrezeya du bo çalakiya deşta Şarezûrê wergirtiye, sala 1983an pileya fermandeyê kertê li deşta Şarezûrê ya ser bi navçeya Helebceyê wergirtiye, sala 1983an di şerê Xornewazanê yê ser bi qezaya Kifriyê de bi sedema topbaranê birîndar bû, bo cara duyem sala 1985an li Kerecalê ya devera Hewramanê di rûbirûbûna serbaz û caşên rejîma Be's de fîşek bi zikê wî ketiye û bi dijwarî birîndar bûye.

Di salên 1986 û 1989an de pileya fermandeyê batalyonê û fermandeyê herêma deşta Şarezûrê wergirtiye ku ser bi Lîjneya Navçeyê ya Helebceyê û Hêzên Hewramanê yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, beşdarî şerê Xornewazan sala 1983an, herdu şerên Ehmed Awa sala (1984-1987), şerê Kerecalê sala 1985an, dastana Xwakurkê sala 1988an û rêjeyeke zêde ya çalakiyên partîzanî li deşta Şarezûr û Helebceyê kiriye, salên (1981-1991) beşdarî azadkirina devera Hewramanê, bajarê Helebceyê, qezaya Seyîdsadiq, nahiyeya Erbet, qezaya Derbendîxanê, parêzgeha Silêmaniyê, nahiyeya Tekye û Çemçemalê kiriye, sala 1991ê beşdarî raperîn û azadkirina bajarê Kerkûkê û derdora wê kiriye.

Umer Balaberz di sala 1991ê de di raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê de di azadkirina bajarê Kerkûkê de fîşek bi wî ketiye û şehîd bûne.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.