Şehîd Riyaz Se'îd Mehmûd Îsqêlî, bi navê (Riyaz Îsqêlî) tê naskirin, di sala 1981ê de li kampa Zêwe ya welatê Îranê ji dayik bûye, di sala 1993an de ligel malbata xwe vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li bajarê Soranê rûniştiye, derçûyê akademiya serbazî ya Zaxo xûla heştemîn bûye.
Di sala 1993an de piştî vegerandina xwe ji Îranê, li dibistana Soran a kuran xwendiye û peywendî bi Yekîtiya Qutabiyan kiriye, piştî temamkirina qonaxa amadehiyê di akademiya serbazî ya Zaxo xûla heştemîn de hatiye wergirtin, piştî temamkirina xûla serbazî bûye efser û bi pileya neqîb, amîr seriye bûye.
Di 21ê kanûna yekem a 2008an de ji aliyê terorîstên Qa'îde ve li bajarê Mûsilê hatiye terorkirin û li goristana Îsqêl hatiye veşartin.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




