Şehîd Osman Xurşîd, di sala 1934an de li gundê Korekê Gûçke yê ser bi nahiyeya Kesnezan a qezaya Beneslawe ya parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, Osman Xurşîd zewicî bûye û xwediyê sê kur û pênc keçan bûye, di sala 1975an de piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye û destpêkê li kampa Merîwan û piştre li bajarê Sewlawa niştecî bûye û di dawiya sala 1976an de vegeriyaye Kurdistanê û li gundê xwe niştecî bûye.
Di sala 1962an de tevlî hêza Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê bûye û di hêza Mehmûd Kawanî de ku ser bi hêza Sefîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye bûye Pêşmerge, piştre hatiye veguhastin bo batalyona Doktor Xalid li Deşta Koyê. Sala 1964an piştî ku beşeke mezin ji hevsengerên wî di batalyona wan de ji şoreşê vedigerin û biryara dijayetiya Şoreşa Eylûlê didin, Osman Xurşîd bi tenê xwe gihandiye cem Şehîd Faris Bawe li hêza Deşta Hewlêrê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û di wê hêzê de pileya serleq wergirtiye û berdewamî daye xebata xwe ya çekdarî.
Osman Xurşîd beşdariya çalak di dastan û şerên Deşta Hewlêrê, şerê Berdebaz, dastanên Çiyayê Sefîn û şerên Deşta Koyê de hebûye. Di sala 1967an de di şerê gundê Nazenînê yê binarê Çiyayê Sefîn de di rûbirûbûna bi Artêşa Iraqê ya wê demê re fîşek bi rûyê wî ketiye û bi giranî birîndar bûye.
Osman Xurşîd di Şoreşa Gulanê de wek kadroyê rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê berdewamî daye xebata xwe ya siyasî û ji aliyê Leqa du ya partiyê ve berpirsiyarîtiya temamiya karûbarên hizbî yên gundên wê deverê jê re hatiye spartin û serpereştiya karê rêxistin û çalakiyên hemû şaneyên نهێنی (veşartî) kiriye.
Di 30ê tîrmeha 1988an de piştî ku li mala xwe civîn bi berpirsiyarê şaneya gundan re kiriye, ji aliyê çend caşan ve hatiye eşkerekirin û hêzeke mezin a serbaz û caşên rejîma Beis dorpêça mala wî dane, Osman Xurşîd û hevalên wî rûbirûyî wan dibin, piştî rûbirûbûneke demdirêj, Osman Xurşîd fîşekek bi wî ketiye û Şehîd bûne, her di wê êrîşa Artêşa Iraqê ya ser malê de hevjîna wî bi navê Melîhe Ehmed Teha û apzayekî wî bi navê Sebaḥ Şehîd bûne û piştî birina cenazeyên wan ji aliyê serbazan ve temamiya gundê wan şewitandine.
Çavkanî:1-Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





