Omêd Qadir, sala 1984 peywendî bi hêla 17ê ya rêkxistinên نهێنی (nehênî) yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê li sînorê lijneya navçeya Silêmaniyê ya ser bi lîqa çarem kiriye.
Sala 1985 li rêveberiya karebayê ya Kerkûkê wek fermanber hatiye damezrandin û bûye şofêrê taybet ê endazyarên biyanî, lewma bi vê rêyê kariye bibe hevkarekî baş ê rêkxistinên nehênî yên Deşta Hewlêrê û Deşta Koyê û nav bajarê Kerkûkê û derdora wê, tevî wî erkî ligel wê jî di dabînkirina pêdiviyên Hêzên Pêşmerge de berdewam bûye.
Di sala 1985 bi fermana serkirdatiya partiyê, du endazyarên biyanî ji bajarê Kerkûkê birine Deşta Hewlêrê û radestî Hêzên Pêşmerge kirine, ku armanc ji vî karê serkirdatiya şoreşê tenê bo guhertina wan bûye ligel çend girtiyên pêşmerge ku di girtîgehên rejîma Be's de bûne, herwiha komelê peyam û namilkeyên şoreşê werdigire û diçe Koyê û paşê vedigere Kerkûkê, dema gihîştina wî bi bazgeha bajarê Kerkûkê ji ber diyarnebûna du endazyaran, Omêd Qadir tê desteserkirin û piştî pişkinînê komelê namilke û peyamên partiyê di otomobîla wî de tên dîtin û bi wê sedemê tê veguhastin bo baregeha emnî ya giştî ya bajarê Kerkûkê, piştî sê mehan ji girtina wî Omêd Qadir tê veguhastin bo girtîgeha Ebûxerîb û bi biryara dadgeha Sewre ya Bexdayê tê sêdaredan.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




