Di sala 1923an de li gundê Ergoş ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, sala 2011an li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye û li goristana Zulfeqar li bajarokê Herîrê hatiye veşartin.
XebatnameDi sala 1943an de peywendî bi Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945) dike û beşdar dibe di Komara Dêmokrata Kurdistanê de li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, sala 1947an ew bi xwe û her yek ji birayên xwe (Selîm Reşîd û Husên Reşîd) hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî dikin di rêçika wî ya dîrokî de bo Yekîtiya Sovyetê.
Piştî nesko ya Komara Dêmokrata Kurdistanê, ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurkê û deşta Berazgirê ve bi xaka Bakurê Kurdistanê li gundê Xwakurkê bo gundê Ergoş û devera Herkî Binecê vegeriyaye.
Piştî vegeriyana wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên xwe biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin.
Di 22ê gulana 1947an de hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Kotol (Qetur) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û ماندووبوونeke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Arasê ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbicih biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî bên komkirin, lewma Muhemmed Reşîd Şemdin di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Muhemmed Reşîd Şemdin di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Piştî vegeriyana wan bo nîştiman di sala 1961an de û hilgirsiya Şoreşa Eylûlê dûbare vedigere ser erka pêşmergatiyê û beşdarî Şoreşa Eylûlê dike, li hember hewl û mandûbûnên wî bo serxistina bizûtneweya rizgarîxwaza Kurdistanê, di kongreya 13ê Partiya Dêmokrata Kurdistanê ji aliyê serok Mesûd Barzanî madalyaya Barzanî ya nemir pê hatiye bexşîn.
Çavkanî:1- Arşîva desteya ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





