Mistefa Ebdulla Kirkemoyî naskirî bi (Mistê Ewla), di sala 1932an de di dema nesko ya Şoreşa Yekem a Barzan (1931-1932) de di dema awarebûnê de li welatê Tirkiyeyê ji dayik bûye, xelkê gundê Kirkemoyê yê ser bi qezaya Mêrgesorê ye, di temenê zaroktiyê de bavê wî Şehîd bûye, sê birayên wî bi navên Mihemed Ebdulla li Şoreşa Duyemîn a Barzan û Şerîf Ebdulla û Îsa Ebdulla li Şoreşa Eylûlê Şehîd bûne. Bawernameya dîplomê li Yekîtiya Sovyetê wergirtiye.
XebatnameSala 1945an û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945), hevrêyê şervan û malbatên Barzaniyan awareyê Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê di destpêka sala 1946an de, di hêza Barzan de bûye Pêşmergeyê komarê û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha Kanûna Yekem a sala 1946an de, hevrêyê artêşa şoreşger a Barzan bi fermandeyiya jeneral Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyan li dijî artêşa şahanşahî ya Îranê, bi navçeya Nazdardax a sêgoşeya sînorê Îran-Îraq-Tirkiyeyê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û di rêzên artêşê de li navçeya hoza Mizûrî bi cih bûye.
Di dîroka 6ê Gulanê ya sala 1947an de û piştî biryara dîrokî ya jeneral Mistefa Barzanî di civîna li Ergoşê de, bi xwe radestnekirina wan ji hikûmeta Îraqê re û rêkirina wan ber bi Yekîtiya Sovyetê ve, hevrêyê artêşa şoreşger a Barzan bi zêdetir ji pêncsed şervanan û bi serkirdetiya jeneral Mistefa Barzanî biryara çûyînê dide û dibe yek ji hevalên Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê. Di dema 28 roj rêkirina berdewam bi nav zehmetî û xwezaya rê û rûbirûbûna serbazî ya artêşa her sê welatên Îraq, Tirkiye û Îranê û piştî serkeftina wan di şerê navdar ê Deşta Şût û derbaskirina wan ji pira Qizildax a Makoyê, di encamê de di dîroka 18ê Hezîranê de hevrêyê şervanên Barzanî di rûbarê Aras û sînorê Yekîtiya Sovyetê derbas bûye.
Piştî derbaskirina sînor, ji aliyê Sovyetan ve ligel tevahiya şervanên Barzanî wek dîlên şer hatine veguhestin bo bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê. Piştî ku Moskowê biryar da Barzaniyan wek penaber werbigire û piştî rêkeftina jeneral Mistefa Barzanî û Cefer Baqirovê serokkomarê Azerbaycanê, ligel tevahiya şervanên Barzanî hatine veguhestin bo serbazgeheke li ser deryaya Xezerê li nêzîkî Bakûya paytexta Azerbaycanê û ji aliyê efserên azerbaycaniyan ve hatine xistin ber meşqa çir a serbazî û li wir jî dersên fêrbûna nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî ji aliyê efserên Kurd ve ji wan re hatine gotin.
Piştî têkçûna peywendiyên di navbera jeneral Mistefa Barzanî û Cefer Baqirov û derketina niyazxirabî û dudiliya Baqirov li hember Barzaniyan, ligel tevahiya şervanên Barzanî di dîroka 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê hatine veguhestin bo komelgeha Çirçûk a Komara Ozbekistanê û li wir jî ji bo cara duyem bi şêweyeke demkî hatine xistin ber meşqa serbazî.
Di meha Adara sala 1949an de piştî plankêşiyên Baqirov û Bêriya yê alîkarê Stalîn, şervanên Barzanî ji hev hatine cudakirin û bi şemendefêr kom kom li ser gund û kîlgehên kelxoz û hereweziyên Komara Ozbekistanê hatine belavkirin û ji bo peydakirina bîjîwiya jiyana xwe hewşêweyê dîlên almanî hatine xistin ber suxre û karê zehmet ê rojane.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Mistefa Barzanî ve bo koşka Kremlînê û desthilatdarên Yekîtiya Sovyetê, di encamê de nameyeke Barzanî gihîştiye destê Stalînê serokê Yekîtiya Sovyetê. Piştî gihîştina nameya Barzanî, ji aliyê Stalîn ve biryar li ser çêkirina lijneyekê hat dayîn bo lêkolînkirina barûdoxê Barzaniyan û di encamê de ji bo careke din û sala 1951ê tevahiya Barzanî ji hev hatine komkirin û li bajarê Vrêvskî yê li ser deryaya Reş li başûrê Rûsyaya îro hatine niştecîkirin.
Piştî 11 sal man li Yekîtiya Sovyetê, sala 1958an rejîma paşayetî li Îraqê rûxiya û sîstema birêvebirina welat bo komarî bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim hat damezrandin û desthilata Îraqê girtin destê xwe, bi hatina ser desthilata komariyan rêya vegerandina Barzaniyan ji Yekîtiya Sovyetê vebû û di dîroka 16ê Nîsana 1959an de ligel tevahiya şervanên Barzanî bi siwarê keştiya Grûziya û bi rêya bendera bajarê Besrayê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê.
Sala 1961ê û piştî têkçûna peywendiyên di navbera Barzanî û Ebdulkerîm Qasim û pabendnebûna hikûmetê bi wan sozên ku dabûn Kurdan, şoreşa neteweya Kurd hilgirsiya û Mistefa Ebdulla peywendî bi rêzên Hêzên Pêşmerge kir û beşdarî şeran bûye, piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye. Piştî destpêkirina şoreşê di Gulanê 1976an de careke din peywendî bi rêzên şoreşê ve kir.
Beşdarî raperîna 1991ê ya Kurdistanê kiriye. Li hember hewl û mandûbûnên wî bo serxistina bizûtneweya rizgarîxwaz a Kurdistanê, di sala 1996an de ji aliyê serok Mesûd Barzanî medalyaya Barzanî nemir pê hatiye bexşîn. Di 8ê meha Tebaxa 2010an de bi sedema nexweşiyê koça dawî kiriye û li goristana gundê Kirkemoyê hatiye veşartin.
Çavkanî:1-Govara Dengê Pêşmerge, hejmar 32, 31ê Tebaxa 2000, Pêşmergeyê dêrîn: Dîmane Miqdad Şaswarî ligel Mistefa Ebdulla, Pîrmam, r. 32-33.
2-Govara Dengê Pêşmerge, hejmar 148, Tîrmeha 2010, Pêşmergeyê qehreman û hevalê dêrîn ê Barzanî nemir (Mistefa Ebdulla Kirkemoyî) naskirî bi (Mistê Ewla) nimûneya Pêşmerge û xweragirtin û xizmet bi xak û nîştiman, r. 97.
3-Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî Zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996z), r. 16, 35.
4-Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





