Jînenîgarî

Mistefa Melashnî Hekîm, sala 1919 li gundê Hostan, nahyeya Bilê, qezaya Mêrgesor, parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Xwedî malbat bûye, sala 1945 awareyê Rojhilatê Kurdistanê bûye, sala 1975 piştî neskoya Şoreşa Eylûlê awareyê welatê Îranê bûye. Zimanê Kurdî û Rûsî dizanibûye, sala 1986 li welatê Îranê koça dawî kiriye.

Xebatname

Sala 1943 û piştî vegera Mela Mistefa Barzanî ji Silêmaniyê bo navçeya Barzan û hilgirsandina Şoreşa Duyemîn a Barzan (1943-1945), peywendî bi rêzên leşkerê şoreşger ve kiriye, sala 1945 û piştî neskoya şoreşê, hevrê digel cangorî û malbatên Barzaniyan awareyê Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bûye û piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê di destpêka sala 1946an de, di hêza Barzan de bûye Pêşmergeyê komarê û piştî rûxana Komara Dêmokrata Kurdistanê di meha Kanûna Yekem a sala 1946an de, hevrê digel leşkerê şoreşgerê Barzan bi fermandariya jeneral Mistefa Barzanî piştî çendîn şer û neberdiyan li dijî artêşa şahanşahî ya Îranê, bi navçeya Nazdardaxê ya sêgoşeya sînorê Îran-Îraq-Tirkiyeyê vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û di rêzên leşkerê de li navçeya hoza Mizûrî cîgir bûye.

22ê Gulana 1947an hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê geliyê Kotol (Qotur) û şerê pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê Hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de digel hemû hevalên xwe li bajarê "Nexçevan"ê ya Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê Kanûna Yekem a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakoyê paytexta Komara Azerbaycanê û di rêkefta 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo dema çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên Barzanî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê ve were veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzî "Taşkend"ê paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Adara 1949an digel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivskî kom bikin, lewma Mistefa Melashnî Hekîm di meha Mijdara 1951an de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.

Sala 1958 Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Mistefa Melashnî Hekîm di 16ê Nîsana 1959an de digel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961 peywendî bi Hêzên Pêşmergeyên Şoreşa Eylûlê kiriye û bûye Pêşmerge û beşdarî şerên wê kiriye.

Serçawe:

1- Hamid Gewherî, Mîdalyaya Barzanî bilindtirîn xelata rêzlênanê, berga yekem, (Hewlêr- çapxaneya Hacî Haşim- 2015z).

2- Hemîd Gerdî, Puxteyê mêjûnameyê, çapa yekem, (Hewlêr - dezgeha çap û belavkirinê ya Aras- çapxaneya wezareta perwerdeyê - 2004z).

3- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasi û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr- çapxaneya Rojhilat- 2013z).

4- Omer Farûqî, Serdar Dana Jîndarî û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr- çapxaneya wezareta perwerdeyê- 2002z).

5- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931- 1991, çapa yekem, (Hewlêr- çapxaneya wezareta rewşenbîriyê- 2001z).

6- Ebdulla Xefûr, Ferhengê cografyayê Hewlêrê, (Hewlêr - belavkirinên akademîya Kurdî- çapxaneya Hacî Haşim - 2015z).

7- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî- çapxaneya Peywend- 2011z).

8- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj digel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem, (Hewlêr- çapxaneya rewşenbîriyê- 1997z).

9- Leys Ebdulmuhsin Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda- Dar El-Reşîd bo weşanê- 1979m).

10- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyê rizgarîxwazê Kurd 1931- 1958, (Duhok- çapxaneya Xebat- 1998z).

11- Necef Qulî Pisyan, Ji Mehabada xwînawî heta lîwarên Aras, w. Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Yûbîlê zêrînê Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z).

12- Arşîvê desteya ensîklopîdyayê Partiya Dêmokrata Kurdistanê.