Mihemed Ado Xidir Dolemerî, nasnavê wî Toynar e, sala 1925ê li gundê Zêda ser bi qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Piştî vegera ji Yekîtiya Sovyetê li bajarê Kerkûkê dibe fermanber li fermangeha çandiniyê ya bajêr. Sala 1975ê piştî nesko ya Şoreşa Mezin a Eylûlê ji bo cara duyemîn koçberî Îranê dibe û demekê li kampa Reb'et a Meşhedê niştecî dibe, sala 1979ê bi mal û malbat vedigere bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê. Sala 1996ê vedigere Kurdistanê û roja 2ê hezîrana 1999ê bi sedema nexweşiyê koça dawî dike û li qezaya Mêrgesorê tê veşartin.
XebatnameSala 1942ê di temenê 17 saliyê de bi sedema wê ku xwarin ji bo şervanên Mistefa Barzanî dibir çiyayê Bradost, ji aliyê hikûmeta wê demê ya Îraqê ve ligel çend hevalên xwe tê girtin û maweya 2 salan zêdetir li girtîgeha Mûsilê zîndanî bûye, piştî azadkirinê peywendî bi Şoreşa Duyemîn a Barzan dike û beşdarî şerê Meydan Mûrêk dibe. Di 11ê çiriya pêşîna 1945ê û piştî nesko ya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalan derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946ê de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji komarê kiriye. Beşdarî di çendîn dastanên li Seqiz û Mil Qerenî û Tergewer û Mergewer û herwiha sala 1947ê berî rûxana Komara Kurdistanê beşdarî di şerê Hewris dike, ji ber azayî û qehremaniya di wî şerî de Barzanî bi navê Toynar bangî kir û ji wê demê ve bi wî navî dihat naskirin.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî di şerên berevaniyê yên li Rojhilatê Kurdistanê kiriye heta di dîroka 19ê nîsana 1947ê de li ser sînorê Îran-Îraqê xwe radest nekiriye û ligel jeneral Mistefa Barzanî bûye. Jeneral Mistefa Barzanî di dîroka 6ê gulana 1947ê de li gundê Ergoş civînekê bi hevalan re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalan biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 22ê gulana 1947ê de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur (Kotol) û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westiyanekê zêde, di 18ê hezîrana 1947ê de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947ê de ligel tevahiya hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer ên Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîna 1947ê de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt demjimêran meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar demjimêran ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî ya hevalên Barzanî di 29ê tebaxa 1948ê de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949ê de ligel hevalan bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewarezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewlekê zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolîna li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma Mihemed Ado Xidir di meha çiriya paşîna 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Di sala 1958ê de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Mihemed Ado Xidir di 16ê nîsana 1959ê de ligel hevalan bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1961ê ligel destpêka Şoreşa Mezin a Eylûlê li Kerkûkê vedigere devera Barzan û beşdarî di Şoreşa Eylûlê dike li Badînanê û ligel şehîdê fermande Mîrza Axa Reşo Mêrgesorî û beşdarî di şerên Zawîte û Serê Akrê û çiyayê Pîrs û tevahiya şerên sînorê devera Badînan dike, sala 1962-1973ê di wê maweyê de ligel Hesoy Mîrxan Dolemerî fermandeyê hêza Şêxan bûye û dibe serliq û piştî maweyekê pileya cîgirê hêza Şêxan werdigire. Sala 1973-1975ê li ser biryara Barzanî vedigere nav baregeha Barzanî.
Sala 1980ê peywendî bi Hêzên Pêşmerge yên Şoreşa Gulanê dikeve û ligel fermande Hesoy Mîrxan Dolemerî vedigerin Kurdistanê bo encamdana çalakiyên partîzanî û beşdarî di çendîn şeran de li dijî Artêşa Îraqê dike.
Çavkanî:1- Hevdîtin ligel hevjîna wî, ji aliyê Sefer Jajokî, qezaya Soran, roja 2ê îlona 2021ê.
2- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê





