Mela Elî Mela Ebdulrehman bi navê (Mela Elî Jajokî) tê naskirin, sala 1898an li gundê Jajok ser bi nahiyeya Gorretû li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê zewicî bû û hevjîna wî bi navê Aîşe Selîm bû, xwediyê yek kur û yek keç bûn bi navên Hemîn Mela (1926) û Xidir Mela (1926). Li Yekîtiya Sovyetê bawernameya xwe di beşa çandiniyê de wergirtiye, şarezayiya wî di zimanên kurdî, erebî û rûsî de hebûye, sala 1978an li Bexdayê koça dawî kiriye.
XebatnameSala 1930an peywendî bi rêzên Şoreşa Yekem a Barzan kir û di dîroka 3ê nîsana 1932an de beşdarî şerê Meydandarî yê Dola Vajî bûye, di 19ê tebaxa 1945an de bi fermana dadgeha leşkerî ya Îraqê dest bi ser hemû milk û malên wî yên veguhêzbar û neveguhêzbar de hatiye girtin. Piştî şikestina Şoreşa Duyemîn a Barzan di 11ê çiriya pêşîna 1945an de berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, di 31ê adara 1946an de di Hêza Barzan a ser bi artêşa Komara Demokratîk a Kurdistanê li Mehabadê xizmeta pêşmergatiyê kiriye, di 29ê nîsana 1946an de beşdarî şerê Qerawa li navçeya Seqiz (Rojhilatê Kurdistanê) bûye û di vî şerî de birîndar bûye, hevjîna wî di 15ê nîsana 1947an de ligel Şêx Ehmed Barzanî li çemê Gaderê ku dikeve sînorê navneteweyî yê di navbera Şahnişîna Îranê û Şahnişîna Îraqê de derbas bûne û bo dema çend mehan li Simî Diyana destbiser bûne.
Herwiha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya Xwakurkê û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistanê ya Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, General Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 22ê gulana 1947an de hevaltiya General Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Kotol (Qetur) û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û berpirsê deste bûye di şeran de, piştî zehmetî û westiyayîneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li çemê Arasê ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel tevahiya hevalên xwe li bajarê Nexçevanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek, kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê çiriya pêşîna 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di dîroka 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serpereştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewar bûn, dersên fêrbûna zimanê kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê were veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê General Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vriviskî kom bibin, lewma Mela Elî Mela Ebdulrehman di meha çiriya paşîna 1951ê de diçe bajarê Vriviskî li Sovyetê.
Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Mela Elî Mela Ebdulrehman di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Çavkanî:- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004z), l.l 51, 53, 58, 60, 62, 67, 80, 95, 133, 155.
- Hîder Farûq El-Samirraî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhîkme - 2016m), s. 203.
- Zirar Silêman Beg Dergeleyî, Bîranînên min di salên 1943-1977an de, (Silêmanî - Çapxaneya Rehend - 2002z), l. 174.
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z), l. 45.
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlê Zêrîn ê Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996z), l. 36.
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê duwê, (Dihok - Çapxana Parêzgeha Dihokê - 2013z), l.l 607, 856.
- Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê sê, (Dihok - Çapxana Parêzgeha Dihokê - 2013z), l. 1005.
- Umer Farûqî, Serdarê Dana jiyan û têkoşînên rehmetî Mela Mistefa Barzanî, çapa duyem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2002z), s. 39.
- Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîreta Barzan di navbera 1931 - 1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z), l.l 121, 126-127.
- Ebdulla Xefûr, Ferhengê Cografyayê Hewlêr, (Hewlêr - Belavkiriyên Akademiya Kurdî - Çapxaneya Hacî Haşim - 2015z), l.l 234, 268.
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z), l.l 84, 94-96.
- Govara Hetaw, hejmar 154, sala şeşem, Hewlêr, Çapxaneya Kurdistan, Înî, 15ê nîsana 1959an, l.l 2, 4.
- Di bîranînên fermandarê şehîd Hesoyê Mîrxanê Zhazhokî de, 62 roj bi Barzanî re, çûna barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z), rûpel 118, 127.
- Leys Ebdulmuhsên Cewad El-Zubeydî, Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê, (Bexda - Dar El-Reşîd bo Weşanê - 1979m), rûpel 288.
- Mesûd Barzanî, Barzanî û tevgera rizgarîxwaziya Kurd 1931 - 1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998z), rûpel 33, 139, 153, 184, 187-188, 194-197, 200-201, 205, 465.
- Necef Qulî Pesyan, Ji Mehabada xwînawî heta peravên Arasê, wergêran: Şewket Şêx Yezdîn, çapa yekem, (Pîrmam - Jubîleya Zêrîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê - 1996z), rûpel 272.
- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





