Jînenîgarî

Ehmed Leşkerî Husên, sala 1920 li gundê Bêstrê yê ser bi nahiyeya Gorto ya qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye.. Sala 1962 li heman gundî koça dawî kiriye.

Xebatname

 Di 11ê çiriya pêşîn a 1945an de piştî nesko ya şoreşa duyem a Barzan berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê. Navbirî ligel du birayên xwe bi navên Şerîf Leşkerî û Bedro Leşkerî di 31ê adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de berevanî li Komara Kurdistanê li Mehabadê kiriye û di şerên bereya Seqizê de beşdar bûye. Ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947an de bi rêya (Xwakurk û deşta Berazgirê) bi xaka Kurdistana Bakur de vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.

Piştî vegera wan, jeneral Mistefa Barzanî di 6ê gulana 1947an de li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe re dike û wan serpişk dike di manê de, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamkirin û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdar bûye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de ligel tevahiya hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirîdar hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele ligel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewariya wan hebû, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov ligel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê de hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrivîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûna bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.

Di sala 1958an de Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Şêx Husên di 16ê nîsana 1959an de ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê. Sala 1962 li gundê Bêstrê koça dawî kiriye.

Serçave:
  1. Şeban Elî Şeban, Hendêk zanîyarî sîyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013z).
  2. Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlî zêrînî pêşmerge, (Pîrmam - Çapxane Xebat - 1996z).
  3. Salih Yûsif Sofî, Kronolojîya Kurdistanê û Cîhanê, çapa êkê, bergê dûyê, (Dohok - Çapxana Parêzgeha Dohokê - 2013z).
  4. Ebdulrehman Mela Hebîb Ebûbekir, Eşîretî Barzan le nêwan 1931-1991, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî - 2001z).
  5. Karwan Mihemed Mecîd, Barzanîyekan le Mehabadewe bo Sovêt, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011z).
  6. Le bîrdarîy fermandey şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj legel Barzanî da çûnî Barzanîyekan bo Yekêtî Sovêt, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997z).
  7. Lîs Ebdulmuhsîn Cewad El-Zubeydî, Sewret 14 Temûz 1958 fî El-Îraq, (Bexda - Dar El-Reşîd Lîl-Neşr - 1979m).
  8. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Dohok - Çapxaneya Xebat - 1998z).
  9. A.D.A, faylî jimarê AI-10, lîstî hevalanî Mistefa Barzanî bo Yekêtî Sovêt, belgename lelayen Segvan Halo pêşkêş kirawê, 2016z.
  10. A.D.A, faylî jimarê HB-366, Partiya Dêmokrata Kurdistanê, baregay Barzanî, lijney balay nawçey Barzan, formî Mela Ehmed Leşkerî Husên Leşkerî, Pîrmam, 1 çiriya paşîn a 2018z.