Sala 1966 peywendî bi rêkxistinên نهێنی yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dike, sala 1970 piştî damezrandina hêza Hemrîn ku Şehîd Ebdulrehîm Cesîm   fermandeyê hêz bû û ew dibe serpel, sala 1972 pileya wî di nav Hêzên Pêşmerge de bilind dibe bo Serleq.

Piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê (1961- 1975) bi malbatî awarey welatê Îranê bûye, lê hikûmeta Îranê ew radestî hikûmeta Îraqê dike û bo Başûrê Îraqê dûrxistin, piştî maweyekê bo kampa Kanî Qirjaleyê ya parêzgeha Hewlêrê hatin veguhastin û ew û çend kesên din dest bi rêkxistina partî dikin, lê piştî maweyekê eşkere dibe û hukmê sêdare danê bo Mehmûd Gavan û birayekî wî tê derxistin û neçar komelgehê bi cê dihêle û peywendî bi rêzên Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê kiriye û li baregeha Mekteb Siyasî li Rajan tê kirin berpirsiyarê parastin û veguhastina amûrên îstgeha Dengê Kurdistanê ya Îraqê.

Sala 1981 li bajarê Şino birîndar dibe, ev di demekê de bû ku dijmin hewla destdirêjiyê bo ser rûfatê Mela Mistefa Barzanî dabû.

Hinek ji wan şerên ku beşdar bûye ev in:

Sala 1974 şerê Serê Akrê, şerê Bicîl.

Sala 1978 şerê navçeya Gûzerreş, şerê Geliyê Reşava, sala 1979 şerê Geliyê Zawîte.

Sala 1980 şerê Xaneqîn, şerê Qureto, şerê Hacî Omeran.

Sala 1982 şerê Şermen û gundê Kanî.  

Sala 1987 şerê rizgariya qezaya Mêrgesor ji artêşa Îraqê.

Sala 1991 beşdarî di raperîna Başûrê Kurdistanê kiriye.

Sala 1992 li gel mûlazim Babekir Zêbarî û Şehîd Ebdulla Qado di şerê Kelekê de li dijî artêşa Îraqê beşdar bûye, di 10ê çiriya pêşîn a heman salê de di şerê berevaniyê li desthilat û mayîna Herêma Kurdistanê li gel çekdarên PKKê li navçeya Bêgova ser bi qezaya Zaxo beşdar bûye.

Sala 1994 heta 1996 di şerê navxweyî beşdar bûye.

Sala 1997 di şerê Kepkê Hemêd Axa birîndar û bi dîl hat girtin û piştî salekê azad dibe.

Sala 1998 hat kirin berpirsiyarê cûmûcûlê serbazî (herekat) di Hêza Rizgariyê ya artêşa 17ê ya leşkeriya Kurdistanê, sala 2004 hat kirin endam di dezgeha Eylûlê li Akrê.

 4ê çiriya paşîn a sala 2022 li Kongreya çardehemîn a Partiya Dêmokrata Kurdistanê  bi sedema ew xizmet û xebata pêşkêşî Kurd û Kurdistanê kiribû, ji aliyê serok Mesûd Barzanî mîdalyaya Barzaniyê nemir pê hat bexşîn.

Serçave:

1- Arşîvî desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.